-35 % Gerîneka Guernîcayê

Di “Gerîneka Guernicayê” de, “xewn” û “rastî” sînorên hevdu xera dikin, daxilî nava xeleka hevdu dibin, siya xwe li dewsa xwe dihêlin û dîsa vedigerin cihê xwe yê esasî. Piştî vê rolguherînê, êdî ne ewlehî bi “xeyalê” dibe ne bi “rastiyê.” Lewra bi her xerakirin û daxilbûna pişt sînoran re, qinyetek bivênevê bi mirov re çêdibê û ev qinyet miqîm mirov li xapandinekê dihesilîne. Di her çûyîn hatina xeyal-rastiyê de, meriv nû bi xapandinê dihese û bi vê pêhesînê re, îcar mirov zemên tevlihev dike. “Zemanê derve”, xwe di pişt herikîneke sixte û sûkî de vedişêre. Yildiz Çakar, bi saya vê hîleyê, nahêle em rûyê zemên ê rast bibînin. Lewra dizane, heger em bibînin ku zemanê derve him qet naherike û him do, îro, sibê di nava xwe de dihewîne, stûnên romanê wê bişikên û xumamiya girîft ê eşkere bibe. Loma jî herikînê bi tûmerî radiwestîne û zemanê di hiş de diherikîne; bi vê yekê, honakên fêrbûyî ji binî de dirûxîne û parîkên çîroka eslî li nava kavilên romanê berbelav dike. 
Gerîneka Guernicayê; romana qet û hîçê ye. Herçiqas Lîsa carcaran berzûrî Xwedê bibe jî, bi esl û feslê xwe qetûhîçparêzek e, dijqereqterek e. 
Gerîneka Guernicayê; romaneke dijwate ye; lêw belê hemû wateyan di nava xwe de dihewîne. 
Divê xwendevan bi xwe daxilî nava vê lîstikê bibe û ji xwe re wateya eslî bibîne.

Details
PublisherLis-Yayinlari
Paper210
LanguageKurdish
Basım Yılı2016
CategoryKürtçe-Roman-ve-Hikaye

Write a review

Please login or register to review

Gerîneka Guernîcayê

Ücretsiz Kargo

75 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
  • 26.00TL
  • 16.90TL
  • Ex Tax: 16.90TL
  • Price in reward points: 3120

Tags: Gerîneka Guernîcayê, Lis Yayınları, weşanen lis, yıldız çakar, yıldız çakarın kitapları

Loading...