x
Bu site deneyimlerinizi kişiselleştirmek amacıyla KVKK ve GDPR uyarınca çerez(cookie) kullanmaktadır. Bu konu hakkında detaylı bilgi almak için tıklayın. Sitemizi kullanarak, çerezleri kullanmamızı kabul edersiniz.Anlaşıldı
250 TL üzeri siparişiniz için süpriz hediyemizi görmek için tıklayın
-27 % Basımı Yok Gulên Şoran Li pey qedereke winda
  • Ji soranî bo kurmancî: Besam Mistefa
  • Las, nuxuriyê Wisû Axa, piştî pazdeh salan û di salvegera mirina xwe de vedigere. Gund eynî gund e, mal eynî mal e. Li deriyê hewşê dide.
    “- Ew kî ye?
    - Las, kurê vê malê.
    Pîrejinê serê xwe hilda û li bejn û bala wî nerî. Ji tiliya piyê wî ya mezin heta serê wî. Hingî nerîna xwe guhast ser sîbera wî ya dirêj bi dîwarê pişt derî ve. Sîbera Las sê caran şikestibû. Ya yekê di hêla di navbera erd û dîwêr de. Ya duyem di nava deriyê vekirî yê odeya li hember wê odeyê heta ser sînga wî sîbera wî daqurtandibû. Ya sêyem li hêla banê odeyê. Pîrejinê rûyê xwe tirş kir. Dibe ku di ber xwe de gotibe:
    - Ev zilamê xwar û zirav kî ye?
    - Tu min nas nakî? Las im, kurê mezin yê Wisû Axa. Kurê te.

    Di wê demê de pişta pîrejinê lê bû. Penceya bêzariyê dilê wê guvaşt. Awireke sivik lê da û got:
    - Las berî çend salan mir.
    Hê jî girnijînê rûyê Las bernedabû.
    - Lê ez sax im û vegeriyame. Bi rêçika xwîna xwe de vegeriyam. 
    Pîrejin ji vê gotinê neveciniqî. “Tu vegeriyayî?” bi çav ev pirsiyar rûbirûyî wî kir. Las bi wateya “Tu çima vegeriyayî?” wergirt.
    - Vegeriyam da ku kûçikên welatê min bi ser min de bireyin. Da ku kûçikên welatê min zenda lingê min bigirin.”
     
    Çend rojên li malê ji 15 salên şer û esaretê jî xirabtir in. Ewqas xirab in ku ne kur dixwaze dê, ne jî dê dixwaze kur bibîne; jin û mêr, bira û bira, kur û bav, kes naxwaze hev bibîne, kes nikare li rûyê hev binere. 
    Las gerek e biçe…
Details
PublisherAvesta-Yayınları
Paper114
LanguageKurdish
TranslatorBesam Mistefa
CategoryKürtçe-Roman-ve-Hikayeler

Write a review

Please login or register to review

Gulên Şoran Li pey qedereke winda

Ücretsiz Kargo

150 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.

50 TL İndirim

500 TL üzeri alışverişlerde sepette anında 50 TL indirim. Kupon: İNDİRİM50

  • Views: 977

  • 107Quantity Sold
  • Yayınevi:
  • ISBN:978-605-5279-
  • Kategori
  • Product Code: AVESTA0327
  • Reward Points: 38
  • Availability: Basımı Yok
  • 19.00TL
  • 13.87TL
  • Ex Tax: 13.87TL
  • Price in reward points: 2280

Tags: Gulên Şoran Li pey qedereke winda, avesta yayınları, eta nehayî,