-23 % Gundê Mêrxasan

Gundê Mêrxasan, berhema Eliyê Evdilrehman a pexşan a sêyemîn, a ku cara pêşîn di sala 1968’an de li ser destê Neşîreta Hayastanê li Yêrêwana paytextê Ermenistanê hatiye çapkirin, piştî çil û pênc salan, bo cara duduyan, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve li Amedê, bi edîsyoneke birêkûpêk hate weşandin.

Eliyê Evdilrehmanê nivîskarê roman, kurteçîrok û bendan, helbestkar û wergêr, di 29’ê Berfanbara sala 1920’î de, li bakurê Kurdistanê, li gundê Bayrekê yê bi ser Wanê ve ji dayîk bûye. Kurê Evdilrehmanê Momin û Emîneya Nebî Begê ye. Wan çaxan, rewşa Kurdan li wê devera ew lê ji dayîk bûyî giran bû, wexta ew şeş salî, mala bavê wî tevî eşîreta Kurdan a mezin a Birûkiyan ji “zilma Dîwana Romê” reviya, çû li welatê Şêwrê (Yekîtiya Sovyetan) hêwirî. Eliyê Evdilrehman, di panzdeh saliya xwe de, li Nexçivana Komara Ezerbêcanê ya li ser tixûbê Îdirê, dibistana gundê Şawlîka kuta kir. Piştî vê, ji ber tehlî û tengasiyên li wê deverê yên di wê heyamê de, malbata wî koçî Ermenistanê kir. Xeyn ji zaniştgeha Kurdan a li Yêrêwanê, Eliyê Evdilrehman wisa jî Enstîtuya Bakûyê ya Pedagojiyê kuta kir.

Details
PublisherLîs-Yayınları
Paper208
LanguageKurdish
CategoryKürtçe-Roman-ve-Hikaye

Write a review

Please login or register to review

Gundê Mêrxasan

Ücretsiz Kargo

60 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
  • 24.00TL
  • 18.48TL
  • Ex Tax: 18.48TL
  • Price in reward points: 2880

Tags: Gundê Mêrxasan, lis yayınları, Eliyê Evdilrehman,

Loading...