-30 % Hesretdefter-Cild 1
  • Amadekar: Frîda Hecî Cewarî

  • Hesretdeftera Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêr, a ku cilda pêşîn a Hemû Berhema wî ye, ya ku ji sê cildan pêk tê, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin.

    Em îro xwendevanên ziman û wêjeya Kurdî bihêlin, heke em ji helbestkar û nivîskarên Kurd bi xwe pirs bikin, wê ji van kêm kes bizanibin bê Fêrîkê Ûsiv kî ye, di sedsala bûrî de, di nava temenê xwe yê şêst û sê salan de wî çi nivîsiye û çi afirandiye. Ev hal û hewal li dû encamên dîrokî, polîtîk, erdnîgariyî û neteweyeke dabeş bûyî hatiye, helbestkar û wergêrekî ji Kurdên Êzidî yên Qefqasan, yekî mîna Fêrîkê Ûsiv ê ew qasî berhemdar û helbestkarekî bê hevta, heta niha ji aliyê welatê me gişî ve nehatiye naskirin. Ji ber ku, gava ku mirov çav didêre Hesretdeftera Fêrîkê Ûsiv, mirov hişmiraz li bedewiya berhemên wî dinihêre. Ev risteyên Fêrîkê Ûsiv bi dest xwe re xwendevanê xwe dikişîne nava xwe û bi me dide zanîn ku Ûsiv helbestkarekî serdema xwe ye, gerdûnî ye û ew qasî jî ji çavaniyên zimanê Kurdî bi lemelem tê:     

  • Hezkirî tê bi lewzê xweş, 

    Tûmê sêfîl karrêz dike,

    Û dihele bengiyê serxweş,

    Tê, mirina xwe hembêz dike

Details
Publisher Lis-Yayınları
Paper 496
Language Kurdish
Category Kürtçe-Şiir-Kitaplari

Write a review

Please login or register to review

Hesretdefter-Cild 1

Ücretsiz Kargo

75 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
  • 45.00TL
  • 31.50TL
  • Ex Tax: 31.50TL
  • Price in reward points: 5400

Tags: Hesretdefter-Cild 1, lis yayınları, fêrîkê ûsiv, Fêrîkê Ûsivın kitapları,

Loading...