Parzemîn

National Geographic Kurda: Parzemîn

Di Kovara Parzemînê de ji agahiyên zanîstî heta kifşên erdnîgariyê bi dehan mijar hene.
Dosye, kifş, serpêhatî û geştûguzarî esasên ewil ên kovarê ne. Ligel vê yekê wêneyên ku ji çar aliyên Kurdistanê hatine di nav kovarê de cih digirin.
Cara ewil e kovareke bi vî rengî bi du zaravayên zimanê kurdî, Zazakî û Kurmancî derdikeve.
Kovar bi rûpelên rengîn dê zanist û geştûguzariyê bêhtir bide hezkirin.
Kovara Parzemînê ku bi zanyariyên xwe wê bibe 7 parzemînên li ber destê we, bi awayekî têr û tijî di refên zanist û agahiyên kûr ên perwerdeyê de cih bigire.
Armancên sereke yên kovarê zanist û zanyarî ye ku di nav civakê de belav bibe.
Di vê hejmara pêşî de wek dosyeyan derbarê çiyayên Bêstûnê yên li Kirmaşanê û rengguhertina Margîseyan de agahiyên berfireh cih digirin.
Li aliyê din keça Pakistanî Malala Yûsifzaî û gelek zanyariyên din ên kovarê, dibin pirek di navbera Kurdî û entegrasyona gerdûnê de.
Kovar armanc dike ku agahiyên gerdûnî bi rûyê Kurdî bigihîjîne xwînerên xwe.
Kovara Parzemînê bi awayekî çapkirî li benda xwînerên xwe ye.

Show:
Sort By:
Parzemîn 1 -10 %

Parzemîn 1

National Geographic Kurda: ParzemînBireng-Zazakî-KurmancîDi Kovara Parzemînê de ji agahiyên zan..

10.00TL 9.00TL
Ex Tax: 9.00TL
Loading...