-23 % Sefernameya Hezar û Yek Fersengî
  • "Mîr hebûn, Zana bûn
    Ûsif hebûn, Mîrzan bûn
    Belê, Xwedîyê sebirê bûn
    Û pê bûne Mîrên Misirê...

    Ji bo xatirê Gul'an û Mîrzan'an"

     

    Di demên ku Cizîra Botan navend û kana zanînê bû, zana û alimên mezin lê mezin dibûn de jî, li ser rûyê ezmên stêrk û kewkeb bi çerxa felekê re, dîsa her tim di fetil û ger û dewranê de bûn, dîsa mîna Leyla û Mecnûnên ku li hev digerin, li ser rûyê ezmên dida dû şopa hev, dîsa li ser rûyê ezmên şikil û wêne û resimên balkêş, nîşanî yên li ser rûyê erdê dida.

    Di demên ku Mezra Botan navend û kana şaristanîyê bû de jî, li ser rûyê erdê çem di nav robarên xwe de mîna her tim di nav ger û fetil û herikînê de bûn, dîsa ava wê mîna ku li pê aşiqê xwe be, bêsekin û bêqerar û bêvêsîn bû.

    Dîsa li ser rûyê erdê, bûyer û qewimînên hêjayî balkêşî û îbretê diqewimîn. Dîsa tofanên ku li ser rûyê erdê radibin û ava xwe digihînin ser rûyê ezmên, ava xwe digihînin erş û elayê radibûn, bajar û şaristanî li ser rûyê erdê hildiweşîyan û ji nû ve ava dibûn. Dîsa Ûsifên xwedîyên sebirê ji bîrên kûr derdiketin û dibûn mîrên Misirê.

    Sedsala 12'an, Xaçperest ji welatên xwe yên dûr radibûn û mîna tofanan bi ser Mezopotamya, Şam û Filistînê de dihatin. Lê zana hebûn ku tiştên li ser rûyê ezmên eyan dibin û li ser rûyê erdê diqewimin şirove bikin, Mîr hebûn ku xelkê xwe ji bîrên kûr xelas bikin û helbet şahid jî hebûn ku ji me re qal bikin.

Details
Publisher Lîs-Yayınları
Paper 174
Language Kurdish
Category Kürtçe-Roman-ve-Hikayeler

Write a review

Please login or register to review

Sefernameya Hezar û Yek Fersengî

Ücretsiz Kargo

60 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
  • 21.00TL
  • 16.17TL
  • Ex Tax: 16.17TL
  • Price in reward points: 2520

Tags: Sefernameya Hezar û Yek Fersengî, Lîs Yayınları, Fatih Aydın,

Loading...