-30 % Seta Cegerxwîn - Lis

Berga Yekê Ronahî Li Pey Tarî ye,

Berga Duyem Ji Min Dil Bir Bi Carek

 

Meger ez Rustemê Kurd im, firaqê ez nexweş kerdim

Cegerxwîn im siyahçerd im, di kunca xelwet im ya Reb

 

Di mêjûya wêjeya Kurdî de, Seydayê nemir Cegerxwînê Hesarî cihekî taybet û nêvnas digire û her dem wekî helbestkarê gel ê hem klasîk hem nûjenxwaz deng daye û cihê xwe di dil û hişê gelê xwe xweş kiriye.

Di vê veçapa nû ya berhemên helbestî yên Seyda Cegerxwîn de, Weşanxaneya Lîsê ya ku ji sala 2004an ve barê weşandina şahberhemên Kurdîyê avêtiye ser milên xwe, xwestiye ji nû ve li dîwanên Seyda vegere û bi hûrbînî û şarezayî çapeke hêja ya sererastkirî raberî hezkerên helbesta Kurdî bike.

Ev çapa li ber destên we berhema kedeke dûrûdirêj a pisporane ye. Armanca sereke ya vê veçapkirinê ew e ku dîwanên Seyda Cegerxwîn bi rengekî nûjen û xweşamadekirî werin raberkirin.

Çapa Lîsê ji du bergên mezin ên bedew û dilrevîn pêk tê ku qutîyeke rengîn wan hembêz dike. Cilda yekê bi serenavê “Ronahî Li Pey Tarî ye” û cilda duyem bi serenavê “Ji Min Dil Bir Bi Carek” e.

Lîsa ku her dem xwedî li pêşeng û nûjenxwazên wêjeya Kurmancî/Kurdî derketiye û xwe berdaya rêça dirêj a bipêşvebirina wêje û çanda Kurdan, vê carê bi veçapkirina dîwanên Cegerxwînê Seyda -Seydayê Helbesta Kurdî- li pêşberî xwînerên xwe ye... da ku em jî wekî Cegerxwînê gewre “nûjen bin bi pîrî”… da ku em “guh bidin saza” Cegerê xwe.

Ayrıntılar
Yayınevi Lis-Yayınları
Dil Kürtçe
Basım Yılı 2018
Hazırlayan Şivanê Dêrikî
ISBN 978-605-4497-73-7
Ebat 15*22,5
Kategori Kürtçe-Şiir-Kitapları

Yorum Yap

Lütfen görüntülemek için Giriş yapın yada Üye olun

Seta Cegerxwîn - Lis

Ücretsiz Kargo

Bu ürün tek başına ücretsiz kargo !

  • 250,00TL
  • 175,00TL
  • Gerekli puan: 25000

sBİRLİKTE DAHA UCUZA ALABİLECEĞİNİZ ÜRÜNLER

Etiketler: Seta Cegerxwin, Lis yayınları, weşanen lis, cegerxwin kitapları, helbesten cegerxwin, pirtuken cegerxwin, cegerxin

Loading...