-26 % Çiya

Çîrokên nû yên Tosinê Resîd, bi navê “Çiya” di nav wesanên Avesta de çap bûn. Berê jî kitêba nivîskar a çîrokan “Min bêriya sevên spî kiriye” derketibû.
(Ji çîroka “Çiya”)
“Ew Çiya ne xalî bû.
Ew Çiya xweyê hêzeke batinî bû, pîroz bû.
Ji ber vê jî çiyayên mayîn çavnebarî lê dikirin, hesûdî lê dikirin û ji sê aliyan ve ew dorpêç kiribûn û diguvastin ser hev. Lê dîsan jî wî serê xwe bilind kiribû û bi bînfirehî ji jor de li wan mêze dikir. Di nêrîna wî de tu hêrs, tu dilmayîn tune bû. Berovajo, di wê nêrînê de xwebawerî hebû, têgihîstina mezinayê hebû, lêborîn hebû.
Wî zanibû ew ne tayê wan e!
Gor gotina gotiya di salên xortaniya xwe de ew Çiya gelekî bi hêrs bûye, bînteng bûye. Gava go hêrs dibû, lê-lê bû dinyayê xirab bike, agir ber diçû, ji dev û firnên wî agir, alavê dida der.
Lê bi sal û dewranan re hêrsa wî datîne, bîna wî fire dibe.
Û niha kolozekî spî daye serê xwe, sereke spî lê pêçaye, rîsiyê serê ser xwe de berdane û mîna kalê zemander cîhana dor xwe mêze dike.
Xelkên dorê gisk ji wî re ‘Çiyayê pîroz’ dibêjin, ew gisk baweriya xwe bi wî tînin, rojên dijwar xwe dispêrine wî. Gava sond dixwin, dibêjin: ”Ez bi Çiyayê pîroz kim.” Ew sond ji bo xelkê deverê kêrta kêvir e, çi gilî-gotin hebin, ew gotina dawî ye, ew gotin serê lodê digire.”

(Tanitim Bülteninden)

 

Hamur Tipi : 2. Hamur

Baski Sayisi : 1. Basim

Ilk Baski Yili : 2018

Sayfa Sayisi : 160

Ayrıntılar
Yayınevi Avesta-Yayinlari
Sayfa 160
Dil Kürtçe
Basım Yılı 2018
ISBN 9786055585754
Kategori Kürtçe-Roman-ve-Hikaye

Yorum Yap

Lütfen görüntülemek için Giriş yapın yada Üye olun

Çiya

Ücretsiz Kargo

60 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
  • 18,00TL
  • 13,32TL
  • Gerekli puan: 1800

Etiketler: Çiya, Avesta Yayinlari, Tosine Resid, Tosine Resid kitaplari, pirtuken tosine reşid

Loading...