Click Image for Gallery
Dema hîn zarok bû pîra wî jê re çîrokên xezalan digotin. Digot: “Zemanên berê li Çiyayê Mêrasê, keça ku bi evîndarî û bengînî sewdaser bibe, heke tistek bi serê wê de bê, ew namire, bi sêhrê dikeve û di sûretê xezaleke kovî de bi çol û çiyê dikeve. Li bendê ye ku xortê hezkiriyê wê bê û wê ji wî halî derxe û bigihîjin hev. Gava hezkiriyê wê bê cem, ew jê nareve û diçe li cem wî disekine. Her çend di seklê xezalê de be jî, di rastiya xwe de ew însan e. Wexta destê hezkiriyê wê pê bikeve û dest bidê, ew eyar û kirasê xezalbûnê ji xwe dike û ji nû ve dirûvê însên pê dikeve û dibe însan. Bi vî awayî her du evîndar digihîjin miradê xwe.”
Details | |
Publisher | Aryen-Yayınları |
Paper | 128 |
Language | Kurdish |
Basım Yılı | 2018 |
ISBN | 9786058198739 |
Category | Kürtçe-Roman-ve-Hikaye |