-23 % Alfabeya Kurdî
  • Weşanxaneya Lîsê pîştî pirtûka zarokan a bi navê Azad a Mîran Janbar û Kêşana Lêkeran a Brahîm Xelîl Taş di qada zimên de bi navê Alfabeya Kurdî pirtûkeke nû weşand. Pirtûk biwêne û bireng e.

    Pirtûk bi sîstema dengan xwedînê hîn dike. Alfabe bi dengên ku bilêvkirina wan hêsan e dest pê dike, paşê bi dengên din didome. Di dana her dengekî de çend wêneyên ku navê wan vî dengî dihundirîne an bi vî dengî dest pê dike dide û dixwaze xwendekar an zarok navê wêneyan li binê wan binivîse û bixwîne. Di nava dana dengan de dana kîteyan jî heye. Kîteyên ku bi dengekî dest pê dike an jî bi dengekî diqede hatine dayîn. Paşê kîte hatine ba hev û ji kîteyan peyv-peyvên biwate an bêwate- hatine sazkirin. Di pirtûkê de ji hînbûna xwendinê gelek tîştên din jî hene

    Ev pirtûk ji aliyê mezinan ve bi serê xwe û ji aliyê biçûkan ve jî di bin çavdêriya mezina kare bê bikaranîn. Ji ber ku sîstem li ser dengan ava bûye, divê deng, kîte û peyv bideng bên xwendin û ducarkirin. Zarok an mezinên ku kêm-zêde tîpan nas dikin, karin b vê pirtûkê di demeke kurt de hînî bilêvkirina dengên Kurdî û xwendina Kurdî bibin.

    Cemşîd Çîftçî, sala 1969 li Licê çê bûye. Nivîskar niha li Amedê dijî û ev pirtûka li ber destê we pirtûka wî ya yekemîn e.

Details
PublisherLîs-Yayınları
Paper117
LanguageKurdish
CategoryKürtçe-Eğitim-Kitapları

Write a review

Please login or register to review

Alfabeya Kurdî

Ücretsiz Kargo

60 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
  • 32.00TL
  • 24.64TL
  • Ex Tax: 24.64TL
  • Price in reward points: 3600

Tags: alfabeya kurdî, lis yayınları, cemşid çiftçi,

Loading...