x
Bu site deneyimlerinizi kişiselleştirmek amacıyla KVKK ve GDPR uyarınca çerez(cookie) kullanmaktadır. Bu konu hakkında detaylı bilgi almak için tıklayın. Sitemizi kullanarak, çerezleri kullanmamızı kabul edersiniz.Anlaşıldı
400 TL ve üzeri siparişinize hediyemizi görmek için tıklayınız
-30 % Ferhenga Têgihên Hiqûqê

Ev ferheng, yekemîn ferhenga têgihên hiqûqê ya kurdîya kurmancî ye ku pênaseyên têgihan jî tê da cih digirin. Di vê ferhengê da du beş hene ku beşa sereke ango ya yekem, li ser bingeha kurdî hatîye dariştin û tê da hem kurdîya têgihan hem jî pênaseyên bi kurdî hene. Beşa din jî wekî pêveka vê ferhengê ye û tirkî, kurdî, îngilîzî, farisî û erebîya têgihan hatîye rêzkirin. Di vê pêvekê da tirkî peyva serî ye û armanc ji vê jî ew e ku gelek kes li gor tirkîya têgihan, li têgihan digerin. Bi vî awayî, kesên ku kurdî kêm dizanin yan jî nizanin jî dikarin ji vê ferhengê sûdê wergirin.

Di vê ferhengê da, tenê têgihên zanista hiqûqê yên sereke hene. Di ferhengê da têgehên şaxên wekî hiqûqa sizayî, hiqûqa medenî, hiqûqa karî, hiqûqa bingehîn, hiqûqa gelemperî, hiqûqa navneteweyî, hiqûqa kargêrî, hiqûqa bazirganî, hiqûqa îcrayî û herweha têgihên giştî yên hiqûqî cih digirin. Ji bo ku têgih bi hêsanî bihên famkirin, pênaseya wan û herweha hevokek mînak jî hatîye pêşkêşkirin. Di pênaseya têgihan da sûd ji nûtirîn çavkanîyên hiqûqî hatîye girtin. Herweha di pênaseya têgihan da pergalên hiqûqî yên cuda jî li ber çavan hatine girtin.

 

Edîtor: Mîkaîl Bilbil & Sabîr Ebdulahîzad

 

Amadekar: Bahîz Omer Ehmed, Beyar Tahir Seîd, Bîlal Zîlan, Cemîl Çelîk, Ebdilah Casim Receb, Ebdilah Çager, Ebdilwehab Xalid Mûsa, Fexrî Karakoyunlu, Gevrîye Atli, Hekar Findî, Mehdî Caferzade, Mîkaîl Bilbil, Nasih Husên Silêman, Rênas Xendekî,

Sabîr Ebdulahîzad, Sebah Reşîd Qadir, Selehedîn Elçî, Semîre Nergîz, Serdal Ogmen,

Sezgîn Dînç, Veysel Vesek


Details
PublisherMezopotamya Vakfı Yayınları
Paper224
LanguageKurdish
ISBN978-605-80975-4-4
CategoryKürtçe Sözlükler

Write a review

Please login or register to review

Ferhenga Têgihên Hiqûqê

Ücretsiz Kargo

250 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.

40 TL İndirim

600 TL siparişinize 40 TL indirim. Sepetim sayfasında kullanabilirsiniz. Kupon: İNDİRİM40

  • 120.00TL
  • 84.00TL
  • Ex Tax: 84.00TL
  • Price in reward points: 6000

Tags: Ferhenga Têgihên Hiqûqê, ferhenga hukuke, kürtçe hukuk sözlüğü, mezopotamya vakfı yayınları, mezopotamya vakfı kitapları, ferheng, weqfa mezopotamya, pirtûkên weqfa mezopotamyayê