x
Bu site deneyimlerinizi kişiselleştirmek amacıyla KVKK ve GDPR uyarınca çerez(cookie) kullanmaktadır. Bu konu hakkında detaylı bilgi almak için tıklayın. Sitemizi kullanarak, çerezleri kullanmamızı kabul edersiniz.Anlaşıldı
-35 % Morana Gerdûnê, Bayê Labûte

Çawa Andrêy Tarkovskî gotî, "Haîkû çavdêrîyên xwerû ne. Bi bêkilûkêmasîya xwe û rastbûna xwe ve dabîn dikin ku çavdêrekî/e qewî bêfesal jî bikaribe hest bi hêza helbestê û vê dîdemê bike, a ku nivîskar ji jîyanê zeft dike."

Weşanxaneya Lîsê haîkûyên Kawa Nemirê helbestkar, wergêr, nivîskar û edîtor li jêr navê Morana Gerdûnê, Bayê Labûte weşandin. Ev berhema poetîk a heftem a Kawa Nemir ji 300 haîkûyan pêk tê, hemû jî ji deftera wî ya haîkûyan a pêşîn hatine wergirtin û nivîskar, hunermend û rexnegirê navdar Şener Ozmenî jî bo vê berhemê çendek îlustrasyon çêkirine û bi vê yekê ve jî şewl û şîqaveke mayîn daye berhemê.

Haîkû şêweyekî helbestê yê Japonî ye û li hemû cîhanê gelek helbestkarên gelek wêjeyên ji yek û din cîyawaz her hez jê kirine û her tim hewil dane ku bi zimanê xwe haîkûyan binivîsin û heta niha li ba Kurdan jî ev şêwe her hatiye ceribandin, lê berîya vê berhema haîkûyan a Kawa Nemir, helbestkarê gewre yê Kurmancîyê Berken Bereh ev şêwe bi berfirehî ceribandiye û hemû haîkûyên wî bi salan berê di nava çapa hemû berhemên wî Dilê Min Palgeh e ji Işqê Re de hatibûne weşandin. Renge bête gotin ku Morana Gerdûnê, Bayê Labûte ya Kawa Nemir di warê haîkûyên bi Kurdîya bi Kurmancî de duyem gewretirîn teşebus e û çêdibe ku rêya li ber helbesta bi Kurdî xweş bike ku ew bi derfet û delîveyên xwe ve xwe li astên dîtir ên cîhanê biceribîne.

Bo Weşanxaneya Lîsê cîyê şanazîyê ye ku van haîkûyên Kawa Nemir ên ji gelî û newalên zimanê Kurdî zayî pêşkêşî xwînerên zimanê Kurdî dike, haîkûyên ku dibêjin:


“Min girt nivîsî

kulîlkvedana hişyar:

        Çilkên gerdûnê.”       


Details
PublisherLis-Yayınları
Paper141
LanguageKurdish
Basım Yılı2017
ISBN978-605-9295-75-8
CategoryKürtçe-Şiir-Kitapları

Write a review

Please login or register to review

Morana Gerdûnê, Bayê Labûte

Ücretsiz Kargo

75 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.

kampanya (son tarih 28 şubat)

50 kitap %40 indirimde

kampanya (son tarih 28 şubat)

Mehmed Uzun kitapları %35 indirimde

  • 17.00TL
  • 11.05TL
  • Ex Tax: 11.05TL
  • Price in reward points: 2160