x
Bu site deneyimlerinizi kişiselleştirmek amacıyla KVKK ve GDPR uyarınca çerez(cookie) kullanmaktadır. Bu konu hakkında detaylı bilgi almak için tıklayın. Sitemizi kullanarak, çerezleri kullanmamızı kabul edersiniz.Anlaşıldı
400 TL ve üzeri siparişinize hediyemizi görmek için tıklayınız
-27 % Klasîkek ji edebiyata swêdî: Doktor Glas

Klasîkek ji edebiyata swêdî “Doktor Glas” a Hjalmar Söderberg bi wergera Firat Cewerî derket. 
Doktor Glas cara pêşî di sala 1905an de li Stockholmê derket. Gava derket, ji ber mijar û naveroka xwe pir li ser hat peyivandin û rexneyên tûj lê hatin girtin. Lê ew îro li Swêdê romana herî navdar û ya herî pir jê tê hezkirin e. Heta niha gelek nivîskarên swêdî ji ber karakterên romanê romanên nû nivîsandine. Roman gelek caran jî adapteyî fîlm û teatroyê bûye û aktuelbûna xwe her parastiye. Doktor Glasê ku lehengê romanê yê sereke ye; doktorekî bi tenê, reşbîn û ji aliyê ruhî ve aciz e. Gava jina ciwan Helga li deriyê wî dixe û ji bo rizgarbûna ji mêrê xwe yê keşe Gregorius alîkariyê dixwaze, hingî doktor dikeve nav tevgerekê. Gelo doktor ji bo ku ji tenêtiya xwe rizgar bibe wê ji Helgayê hez bike? An jî ji bo ku Helgayê rizgar bike wê bixwaze Keşe bikuje? 
Doktora Glasê ku bi teknîka rojenotan hatiye nivîsandin, bi kelecaneke mezin tê xwendin… 

Details
PublisherAvesta-Yayınları
Paper176
LanguageKurdish
Basım Yılı2017
ISBN9786059082839
CategoryKürtçe-Roman-ve-Hikaye

Write a review

Please login or register to review

Klasîkek ji edebiyata swêdî: Doktor Glas

Ücretsiz Kargo

250 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
  • 80.00TL
  • 58.40TL
  • Ex Tax: 58.40TL
  • Price in reward points: 1800