27 Nivîskarên Edebiyata Cîhanê

27 Nivîskarên Edebiyata Cîhanê

(0) Şîrove - 0 Pûan
Author
Stock
100 Piece
Stock code
KİL010
Rewşa Stokê
Di Stokê De Heye
Price
15,26 USD + VAT
%24 Daxistin
15,26 USD
11,60 USD

Ansîklopediyeke Kurdî ya bi Kurmancî heye tuneye ni­zanim!. Bawer nakim ku ansîklopediyeke Kurdî hebe, biser­de jî ansîklopediyeke klasîkên cîhanê ya wejeyî  ku nivîskarê bijarte hebe pê nizanim. Bi vê ramanê ketim riyeke xêrê, belê gelek jî dijwar li her santîmekê kelemek, astengîyek û dijwarîyek li pêş te be!. Di nav ewqas pirsê wejeyî yê dijwar de hêjaya ansîklopediyeke wejeya klasîka cihanê bi Kurdî çi giringîya xwe bilez hebe!? Ne ji leziyê hinekî  ji meraqê dest pê kir, babet bû pirseke li ber deriyê min sekinî, min ni­karî xwe şûnde bigrim, sedem ji bo rewşenbîrî û ronakbîrî kêm û zêde ew zanistî û agahdariya bo nivîskarê Kurd nifşê nû yê dahatû re bingeheke zext û girîng e!

Mebest ji pêdivîyekê hat pêş, sal zeman di ser re derbas bûn îro berhemeka di destê we de hate holê. Ji bo pêdivîya en­tellektulê Kurd ango întelexentsîya Kurd ji van klasîkên cîhanê xeberdar û agahdar bin! Lewra me ewqas karê girîng girte ser milê xwe. Îro nifşê nû ne wekî yên çel an pêncî salî berê bê pişt in. Nifşê nû derfetê bi dest dixîn bixwînin û bi zimanê cîhanê bizanin, ji wan re xwendina klasîkê cîhanê ne pirsgirêk e. Ragîhandinên nûjen wek înternet bi saya wî google, wikipedia û pirtûkxanê online li ber destan e. Ji kesatîyê zîrek û jêhatî re fersendên mezin peyde bûne, bes bila armanc xebata netewperwerî be. Ji me re jî ew derfet peyde bû komputer û în­ternet îcad bûye.

Ji bo min ewilî klasîkên cîhanê bûn meraq daku wergerînim û jiyana nivîskarên cîhanê pêşkêşî raya giştî ya kurd bikim. Ev xebat bi mebesta nivîskar û derdorên li ser kurdî xebatê dikin bibe alîkar hatiye nivîsandin. Ez hêvî dikim ev xebata min barê li ser pişta nivîskarên kurd siviktir bike.
Vê cîlda destê (Guldesteyek ji edebiyata cîhanê)wê de nêzikî deh salên min girt. Min şev û roj karê vê xebata ansîklopedîk kiriye. Jiyana min a taybet her berdewam bû. Min him karê xwe yê malê dikir him jî jiyana niviskarên edebîyata cîhanê dinivisî. Wê wextê înternet girîng bû, lê erzan nebû û tomarkirin zêde wexta min digirt; dû re bijartina klasîkên ji kîjan welatî, wê çend nivîskar bin, xwendin û pejirandin û şîrovekirina wan pir wext digirt. Min ji nivîskarên Ewropayê dest pê kir, çend nivîskarên Holandî, Almanî, Swêdî û Fransî yên berhemên wan bûne klasîk û navdar in yên sedsala çûyî û yên nûjen amade kirin.
Min ji bo cîlda yekem çend nivîskarê ji welatê rojhilata navîn jî tevlî kir ku “Guldesteyek ji edebiyata” cîhanê bibe berhemeke rengîn û dewlemend. Loma du nivîskarê navdar ji Îranê, dudu yê Îsraîlê, yek ji Fîlîstînê, yek ji Misrê û yek jî ji Lubnanê girt nava berhemê. Mebest ji hilbijartina van nivîskaran ew li we­latê xwe û cîhanê navdar in û pir têne xwendin, bûne klasîkên cîhanê. Demeke dirêj min ked da vê berhemê ger bi feyde li xwendekar, nivîskar û rewşenbîrên Kurd bike, ez ê kêfxweş bibim.
Yayınevi : Kil Yayınları
Sayfa Sayısı : 546
Basım Yılı : 2022
ISBN : 9786057471185
Ebat : 13,5x21
Dil : Kürtçe (Kurmancî)
Be the first to review this product!
Price information, pictures, product descriptions and other issues that you find inadequate points you can send us using the suggestion form.
Thank you for your comments and suggestions.
Sitenizi çok beğeniyorum. Başarılar
S... A... | 29/07/2025
Ömer Aksoy | 25/07/2025
Kovareke giranbiha
O... K... | 30/05/2025
Kürtler için yapılmış güzel şeylerden bir tanesi
M... A... | 16/04/2025
siparişler hızlıca ulaşıyor, kategori çok. beğendim.
A... U... | 05/04/2025
Sizlerden gayet memnunum emeğinize sağlık
M... A... | 12/03/2025
Harikaydı
Serdar KÖMÜRCÜ | 22/01/2025
Gayet pratik ve hoş
Muzaffer Bora | 12/01/2025
Hızlı teslimat sağlandı .çok iyi bir şekilde bantlanmış teşekkürler. Gayet memnunum. Xwedê we bihêle .
A... Y... | 11/01/2025
&ddjmsd
RODEM ÇAÇAN | 06/01/2025
27 Nivîskarên Edebiyata Cîhanê Ansîklopediyeke Kurdî ya bi Kurmancî heye tuneye ni­zanim!. Bawer nakim ku ansîklopediyeke Kurdî hebe, biser­de jî ansîklopediyeke klasîkên cîhanê ya wejeyî  ku nivîskarê bijarte hebe pê nizanim. Bi vê ramanê ketim riyeke xêrê, belê gelek jî dijwar li her santîmekê kelemek, astengîyek û dijwarîyek li pêş te be!. Di nav ewqas pirsê wejeyî yê dijwar de hêjaya ansîklopediyeke wejeya klasîka cihanê bi Kurdî çi giringîya xwe bilez hebe!? Ne ji leziyê hinekî  ji meraqê dest pê kir, babet bû pirseke li ber deriyê min sekinî, min ni­karî xwe şûnde bigrim, sedem ji bo rewşenbîrî û ronakbîrî kêm û zêde ew zanistî û agahdariya bo nivîskarê Kurd nifşê nû yê dahatû re bingeheke zext û girîng e!Mebest ji pêdivîyekê hat pêş, sal zeman di ser re derbas bûn îro berhemeka di destê we de hate holê. Ji bo pêdivîya en­tellektulê Kurd ango întelexentsîya Kurd ji van klasîkên cîhanê xeberdar û agahdar bin! Lewra me ewqas karê girîng girte ser milê xwe. Îro nifşê nû ne wekî yên çel an pêncî salî berê bê pişt in. Nifşê nû derfetê bi dest dixîn bixwînin û bi zimanê cîhanê bizanin, ji wan re xwendina klasîkê cîhanê ne pirsgirêk e. Ragîhandinên nûjen wek înternet bi saya wî google, wikipedia û pirtûkxanê online li ber destan e. Ji kesatîyê zîrek û jêhatî re fersendên mezin peyde bûne, bes bila armanc xebata netewperwerî be. Ji me re jî ew derfet peyde bû komputer û în­ternet îcad bûye.Ji bo min ewilî klasîkên cîhanê bûn meraq daku wergerînim û jiyana nivîskarên cîhanê pêşkêşî raya giştî ya kurd bikim. Ev xebat bi mebesta nivîskar û derdorên li ser kurdî xebatê dikin bibe alîkar hatiye nivîsandin. Ez hêvî dikim ev xebata min barê li ser pişta nivîskarên kurd siviktir bike.Vê cîlda destê (Guldesteyek ji edebiyata cîhanê)wê de nêzikî deh salên min girt. Min şev û roj karê vê xebata ansîklopedîk kiriye. Jiyana min a taybet her berdewam bû. Min him karê xwe yê malê dikir him jî jiyana niviskarên edebîyata cîhanê dinivisî. Wê wextê înternet girîng bû, lê erzan nebû û tomarkirin zêde wexta min digirt; dû re bijartina klasîkên ji kîjan welatî, wê çend nivîskar bin, xwendin û pejirandin û şîrovekirina wan pir wext digirt. Min ji nivîskarên Ewropayê dest pê kir, çend nivîskarên Holandî, Almanî, Swêdî û Fransî yên berhemên wan bûne klasîk û navdar in yên sedsala çûyî û yên nûjen amade kirin.Min ji bo cîlda yekem çend nivîskarê ji welatê rojhilata navîn jî tevlî kir ku “Guldesteyek ji edebiyata” cîhanê bibe berhemeke rengîn û dewlemend. Loma du nivîskarê navdar ji Îranê, dudu yê Îsraîlê, yek ji Fîlîstînê, yek ji Misrê û yek jî ji Lubnanê girt nava berhemê. Mebest ji hilbijartina van nivîskaran ew li we­latê xwe û cîhanê navdar in û pir têne xwendin, bûne klasîkên cîhanê. Demeke dirêj min ked da vê berhemê ger bi feyde li xwendekar, nivîskar û rewşenbîrên Kurd bike, ez ê kêfxweş bibim. KİL010
27 Nivîskarên Edebiyata Cîhanê

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.