Abdurehman Nacîm - Edîp, Şaîr, Perwerdekar, Hiqûqnas
(0) Şîrove - 0 Pûan
_Category_
_Brand_
_StockAmount_
99 _Piece_
_StockCode_
İS063
Rewşa Stokê
Di Stokê De Heye
Yayınevi
_Price_
5,83 USD + _Tax_
%15 Daxistin
5,83 USD
4,96 USD
Abdurehman Nacîm, di sala 1833-34an de li qezaya Şehrezor a girêdayî bajarê Silêmanîyê ji dayik bûye. Navê bavê wî Mihemed Beg e, ji mîrekên Silêmanîyê û kesayetîyeke navdar ê wê deverê bû. Abdurehman Nacîm bi leqeba xwe ya Mewlanbegzade jî tête nasîn. Wî, tehsîl û xwendina xwe, di medreseyên Silêmanîye û Bexdayê de îkmal kirîye, herweha perwerdeyîya hiqûqê dîtîye û di tesewufê de jî bi girêdayî terîqeta Neqşebendî bû. Ew di dawîya salên 1850î de tê Stenbolê û dibe yek ji danerê sîstema kutibxaneyên Stenbolê.
Abdurehman Nacîm bi nasnameya xwe ya nivîskarî, perwerdekarî, huqûqzanî, edîbî û şairî tête nasîn û herweha nivîskarekî pirrziman bû. Di mudetê jîyaneke kurt de, gelek pirtûk û li ser babetên cûr bi cûr meqaleyên balkêş dîyarîyê me kirine. Ew, bavê rojnamevan û sîyasetmedarê navdar, Mewlanzade Rifat e.
Wî, hem di seha îlmîye û hem jî di seha mulkîyeyê de kar kirîye. Piştî ku derbasî mulkiyeyê dibe, bajarên wekî Diyarbekir û Xarpêt jî di nav de, bi wezîfeyên fermî li gelek deveran xebitîye. Dema ku ew li Diyarbekir reîsê daîreya Mehkemeyên Îstinafê bû, Konsolosê Brîtanya Mr. Trotter li ser rewşa wê demê ya Kurdistanê raport û daxuyanîyek belav dike û di naverokê de: Kurdan bi cehalet û hovîtîyê dide nasandin û herweha dibêje; qewmê kurd ji maarîfetê [îlim-kultur] mehrum e. Abdurehman Nacîm ji bajarê Diyarbekirê ve bersiveke berfireh û dirêj dide Konsolos û dibêje: “Ew meqaleya ku ji alîyê Konsolosê îngiliz ve hatîye nivîsandin û di rojnameyan de hatîye neşirkirin; dûrê halkirina heqîqetê ye û ne li gor arzûyan e. Li ser vê babetê tehqîqatên Konsolosê navborî, sivik û bê bingeh in. Ji ber vê yekê divê ew, piştî van agahdarîyên berfireh, xeletîya xwe sererast bike û qethen ji me jî aciz nebe.”
Abdurehman Nacîm, li ser babetên cihê cihê nivisîye û xasleten bi nivîsên xwe yên li ser edebîyatê, ronahîyeke girîng daye dîroka edebîyatê. Hezar mixabin ku ew kanîya zanînê zû çikiyaye, ew, “23yê Hezîrana 1895ê, di 62 salîya xwe de li bajarê Elezîzê çûye ber dilovanîya xwe.”
| Yayınevi | : | İsmail Beşikçi Vakfı Yayınları |
| Sayfa Sayısı | : | 160 |
| Basım Yılı | : | 2017 |
| ISBN | : | 9786058549173 |
| Dil | : | Kürtçe (Kurmancî) |
_FirstCommentWarning_
Çok iyi
HUSAMETTİN Kıran | 26/01/2026
Hızlı ve güvenilir ♥️
R... K... | 24/01/2026
Teslîmatê wê pir xweş e bi rastî, min çend çar kitêb stand, gelek keyfxweş im
H... D... | 09/01/2026
Sitede istediğimi kolayca bulabiliyorum hızlı ve güvenilir spas
Türkmenler mahallesi çöl geçidi no 86 kat2 Şahinbey Gaziantep Gün | 06/01/2026
Serkefitn dixwazim. Spas dikim
H... D... | 23/12/2025
Çok iyi
Nazlı Yılmaz | 28/11/2025
Hizli donuşler ve guvenirlik oldukça iyi
Fatma Özkan | 27/11/2025
sitenizi yeni gördüm baya işime yarayak ürünler var.
M... .... | 21/11/2025
Güzel
B... G... | 18/10/2025
Gayet güzel sorunsuz işkeyen bir sistem
Zübeyir Kaya | 17/10/2025
