
Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr
-
Piştî sala 1970ê, êdî dergehên xwendin ûnivîsînê vebûn, lê wek min berê xuya kirî, ew jî bi kurmanciya jêrî bûn. Kovar,rojname, dezgehên belavkirin û çapkirinê li devera Badînan nebûn, lê dîsan jî,di wan salan de, xortên kurmanc xwe berdane qada nivîsînê û bi wê rewşê çendînnivîskarên kurd peyda bûn. Her çende li parçên din yên Kurdistanê, çendînromanên serketî belav bûne, lê mixabin heta niha yek roman jî li devera Badînanronahî nedîtiye. Mirov dibîne ku, astengên bizava edebiyata kurmanciya jorî gelekin û eve jî dibine sedem ku hêdî pêş bikeve.
Yekem pirtûka kurteçîrokan li Kurdistana başûr, bi kurmanciya jorî, di sala 1972ê de, ji aliyê nivîskar Elî Neqşebendîve hate çapkirin û di sala 1979ê de, Îbrahîm Selmanî pirtûka xwe gihande çapê,piştî hîngê her sal çendînên din jî karwan pêş de dibir.
Dema yek kurteçîrokên destpêkê dixwîne ûhindekên niha jî, dibîne ku bi zimanekê sist nivîsîne û kêmasiyên rêzimanê dinav rêzên wan de di mişene, gelek caran rengê rapora didin yan jî nesîhet ûşîretan dikin. Ji aliyê form û naverokê ve, lawaz û qels in, lê roj bi roj berbi pêş de çûne û niha bi dehan çîrokên serketî hene. Babetên çîrokên pirraniyanivîskaran li dij sitem û zulma dijminan e, li dij derebeg û axa û piştevaniyacotkar û hejaran e û mirovê kurd hişyar dikin û berê wî didin xebat ûxweragirtinê. Her wesa giriftarî û problemên rojane yên, jin û mêran,perwedekirina zarokan, jinrevandin û tolvekirinê ne û daxwaza edaleta civakî ûwekheviya mirovî dikin.
Ev pirtûke, bi tenê berhemên devera Badînan himbêzdike û pirraniya wan bi tîpên erebî ne. Di antolojiyê de devoka nivîskaranhatiye parastin.
Nivîskar û çîroka wan a di antolojiyê de cîdigre ev in:
ENWERMEHEMED TAHIR, Evrojivanê me ye
XELÎL DUHOKÎ, Nihênî
SERFERAZ ELÎNEQŞEBENDÎ, Heft îşyên tirî...
SEGVAN XELÎLHÎDAYET, Ewê dawiya wî xuya
ÎBRAHÎM SELMAN, Wexerek
NIZAR MEHEMED SEÎD, Kurê kolana
HESEN SILÊVANÎ, BalolkaŞekirê
SIDQÎ HIRORÎ, Evînavekuştî
KOVAN, Berefhevalan
Jaro Duhokî, Veciniqîn
SALIMÊ CASIM, Simbêl
HIşyar Rêkanî, Helawîstin
MEHEMED SELÎMSIWARÎ, Hinara Tirş
FAZIL UMER, Mêvanê newext
Îsmaîl Hacanî, Mestiya Serkeftinê
Tîlî SalIh Mûsa, Stêra berxwedanê
BAYIZ UMER, Kî?
EGÎD ŞEFÎQ, Zîndan
CELAL MUSTEFA, Revîn
KERÎMCEMÎL BIYANÎ, Hirmîka Xirş
SEBÎH MEHEMED HESEN, HizrêtTêkelkirî
HAZIMÊ CASIM, Hilkeftinekdi Çûn û Hatinê de
ÎSMAÎL MUSTEFA, Vegeryan
ÎSMET MEHEMED BEDEL, Helwêst
XALID SALIH, Rondik ûStiran
Tehsîn NavIşkî, Vegirtin
HESEN ÎBRAHÎMEBDULLA, Dergehê Hîviya
HEKÎM EBDULLA, Çend Xulkekji Demeke Dirêj
BABÊ ROJÊ, Demjimêr Dazde
ZEKÎ SILÊVANÎ, Tol
QEYRAN FEREC EBDAL, Dilîk
ArIf Hîto, Hevdîtins
Nefîsa Îsmaîl Hacî, Şêwekar
MIhsIn Ebdulrehman , Modêrne fişar
SalIh Xazî, Dewlet di bazinê gomanê da
Li Bakur qîmeta Antolojiya Çîrokên Başûr
Çîrokên Başûr em li Bakur dixwînin
Ev vexwendina çîrokên ku heta niha me nekariye xwe bigihînin wan e. Vexwendina çîrokên kurdên me yên Behdînanê ye.
Yayınevi | : | Avesta Yayınları |
Sayfa Sayısı | : | 208 |
Dil | : | Kürtçe (Kurmancî) |