
Ausländer Beg
Ausländer Beg
Ausländer, ango biyanî, yê ku zehmetiyên nebinayi, bi awayekî ji awayan xwe ji pêsîrtengî û karesatên welatê xwe rizgar kiriye u kariye xwe bigihîne welatekî Ewrûpayê yê mezin û pêşketî. Bi ser de jî ku ev ausländer yeki Kurd ê nivîskar be, li welatê xwe yê mişt bi reşebayiyan temenê xwe yê tijî têkçûn, tirs û xofa zik li ser biryara nivîskarbûnê, niviskariya bi zimanê qedexe kirî ava kiribe, tûşî trajediya ku hem civaka wî hem jî hêzên dagirker tînin serê mirov bûbe û bazdana ji welêt ji xwe re kiribe deriyê felatê, bi peregendetî xwe gihandibe Elmanyayê, hatibe nava çandeke biyanî, zimanekî biyanî û şêwejiyaneke biyanî û mêvanperwer û ne xerîbdost, gelo çi rewşine, hal û hewaline trajîkomîk tên serê wî? Di bewerbungê de, daxwaznameya ku ji bo peydakirina kar tê nivisandin, çawa çêdibe ku çênabe weki kar "nivîskar" bê nivîsandin? Di nava keftelefta akincîbûnê û hewildana peydakirina kar de, ji bo ku yê ausländer bikaribe îqameya xwe bistîne, kîjan rê û rêbazên seyr diceribêne?
Yayınevi | : | Peywend Yayınları |
Sayfa Sayısı | : | 156 |
Basım Yılı | : | 2021 |
ISBN | : | 9786050645156 |
Dil | : | Kürtçe (Kurmancî) |