Bazirganê Xeyalan
Zekerîya bi xeyala dewlemendbûnê, hemû erdê bavê xwe yê mayî difiroşe. Xeyala wî ya herî mezin dewlemendbûn e. Ji bo vê yekê jî xencera bavê wî wekî sembolekê di destê wî de ye û di hişê wî de jî çîroka lehengî ya Elîyê Qumarbaz heye ku wan ji xwe re wekî rêbername dibîne. Lê gelo Zekerîya dikare bi çîrokên kesên din û bi sozên vala pêşerojekê ji xwe û ji malbata xwe re ava bike an ew ê jîyanê bike qurbana qumarê?
Romana Yildiz Çakar, Bazirganê Xeyalan, çîrokeke folklorîk û rastîya jîyana îroyîn li hev dihûne. Roman çîroka trajîk a Koçê; ya ku bi hêvîya jîyaneke aram û asayî bi Zekerîya re zewicîye, lê xwe di nav neçarî û bêhêvîtîyeke mezin de dibîne. Her wiha ev roman çîroka zarokên wan e ku dibin qurbana soz û xeyalên bavê xwe yên ku tu carî pêk nayên.
| Yayınevi | : | Lîs Yayınları |
Amedpor not defteri hediyesi için de ayrıca teşekkür ederim.
Bilgi hazinenizi genişletmek isteyenlerin mutlaka uğraması gereken kitap evi.
Spas
Spas ji bo hewildanên we