Berhemên mayî: 2
Biyografiya Siyonîstekî Sosyalîst Berl Katznelson (1887- 1944)

Biyografiya Siyonîstekî Sosyalîst Berl Katznelson (1887- 1944)

(0) Şîrove - 0 Pûan
_Brand_
_StockAmount_
2 _Piece_
_StockCode_
AVESTA0841
Rewşa Stokê
Di Stokê De Heye
_Price_
17,18 USD + _Tax_
%60 Daxistin
17,18 USD
6,87 USD
_fast_shipping_
_delivery_from_stock_

Berl Katznelson (1887-1944) yek ji damezrêner û aqilmendê siyonîzma sosyalîst; avakarê saziyên civaka cihû ya li Filistînê ye ku paşê bûn bingeha dewleta Israîlê. Edîtorê rojnameya Davarê (1925) ku heta sala 1996an weşana xwe domand û şikil da fikir û cîhanbîniya tevgera sosyalîst; avakar û yekemîn edîtorê weşanxaneya Am Oved ku aniha jî yek ji mezintirîn weşanxaneyên li Israîlê ye; endamekî çalak ê Kongreya Siyonîst a Cîhanê.

Berlê ku li bajarê Bobruiskê yê Ûrisyaya Spî hat dinyayê, di xortaniya xwe de pêşî ket nav çendîn tevgerên sosyalîst şoreşger ên li Ûrisyayê. Piştî têkçûna Şoreşa 1905an a li Ûrisyayê fikra siyonîzmê pê re xurt bû û di 1909an de koçî Filistînê kir. Jiyana wî ya ji vê salê şûn de bi tevahî li Filistînê di xizmeta avakirina civakeke cihû ya xebatkar, serbixwe, wekhev û demokratîk de derbas bû.

Berxwedana avakar û bêşîdetî rêgezên wî yên sereke bûn di têkiliyên navbera tevgera siyonîst û ereban de, û di têkiliyên navxweyî yên civaka cihû de.

Israra wî ya di serxwebûna întelektuelî de kir ku sosyalîzmê li gor şert û mercên Filistînê şîrove bike û rêbazên resen pêşkêş bike bo civaka cihû ya li Filistînê. Kibbutzên ku yek ji avakarên wê ye (1910) û di geşbûna wan de xwedan roleke diyarker e, yekemîn modela serketî ya tetbîqkirina rêgezên sosyalîst e, bêyî xwîn bê rijandin û şîdet bê emilandin. Modela kibbutzan, yek ji stûnên civaka cihûyan a li Filistînê û dûre ya Israîlê, dikaribû bibe model bo hemû civakên di nav lêgerîna, jiyaneke nû, wekhev û birûmet, lê antîsemitîzma xurt û berbelav nehiştiye ev modela serketî bê dîtin û di dîroka tevgera sosyalîst a cîhanê de vê modelê elaqeya ku heq kiriye nedîtiye.

Ev biyografiya li ber destê we ku dikare wek mînakeke hostatiya biyografnûsiyê bê dîtin, ruhê serdemekê, tevî hemû nakokî, tevlihevî û çeşîtdariya xwe, pir baş zevt dike û li ber me radixe: Ji Ûrisyaya dawiya sedsala 19mîn û ya destpêka sedsala 20mîn, şoreşgeriya ûrisan bigre heta Aliyaha Duyem, Şoreşa Cotmehê, îdealîzma siyonîst-sosyalîst, çeşitdariya li nav civaka cihûyan bi xwe, nîqaşên wan î mezin û têkoşîna  ji bo desthilatdariya nav tevgera siyonîst û helbet herdu şerên cîhanê…

Yayınevi : Avesta Yayınları
Sayfa Sayısı : 434
Basım Yılı : 2023
ISBN : 9786258383577
_FirstCommentWarning_
_FeedInfo_
Çok iyiydi. Zamanında güzel paketlenmiş şekilde geldi.
Ayhan Haman | 10/03/2026
Çok iyi
HUSAMETTİN Kıran | 26/01/2026
Hızlı ve güvenilir ♥️
R... K... | 24/01/2026
Teslîmatê wê pir xweş e bi rastî, min çend çar kitêb stand, gelek keyfxweş im
H... D... | 09/01/2026
Sitede istediğimi kolayca bulabiliyorum hızlı ve güvenilir spas
Türkmenler mahallesi çöl geçidi no 86 kat2 Şahinbey Gaziantep Gün | 06/01/2026
Serkefitn dixwazim. Spas dikim
H... D... | 23/12/2025
Çok iyi
Nazlı Yılmaz | 28/11/2025
Hizli donuşler ve guvenirlik oldukça iyi
Fatma Özkan | 27/11/2025
sitenizi yeni gördüm baya işime yarayak ürünler var.
M... .... | 21/11/2025
Güzel
B... G... | 18/10/2025
Biyografiya Siyonîstekî Sosyalîst Berl Katznelson (1887- 1944) AVESTA0841
Biyografiya Siyonîstekî Sosyalîst Berl Katznelson (1887- 1944)

_Recommend_

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.