Di Sedsala 19'emîn de Rewşa Kurdan

Di Sedsala 19'emîn de Rewşa Kurdan

(0) Şîrove - 0 Pûan
_Brand_
_StockAmount_
98 _Piece_
_StockCode_
LS0421
Rewşa Stokê
Di Stokê De Heye
_Price_
9,72 USD + _Tax_
%15 Daxistin
9,72 USD
8,27 USD

Ew pirtûka ku gelek lêkolîner, pispor û nivîskaran wek çavkanî jê behs dikir û wek referans nîşan dida û hîna jî didin va ye bi kurdî ye. Pirtûka ku ji alîyê A. Xalfîn ve hatiye nivîsandin û di sala 1963’yan de hatiye weşandin êdî li ber destên xwînerên kurdî ye. Berhem ji gelek alîyan ve balkêş e. Carekê xalfîn armanc û çarçoveya xwe pir zelal diyar kiriye û xebata xwe li wê gorê kiriye. Çavkanîyên ku sûd ji wan wergirtiye û bi kar anîne tev ji xwîneran re vegotiye. Gava ku mirov pirtûkê bixwîne mirov ê bi hêsanî pêvejoya amadekirina pirtûkê têbigihîje. 

Pirtûk sedsalekê ji dîroka kurdan dide ber xwe. Sedsala 19’emîn. Ên ku kêm zêde ji dîroka kurdan haydar bin, ji bo kurdan girîngîya vê sedsalê dizanin. Ji hêlekê ve pêvajoya netewdewletê dest pê kiriye û bayê wê dewletên ku li ser axa kurdan desthilat in jî, daye ber xwe. Pêvejoya împaratorîyan ber bi dawîbûnê ve diçe. Osmanî û Îran hewl didin ku li hemberî vê pêvajoyê xwe veguherînin û bi wî awayî li ber xwe bidin. Ji bo vê yekê jî hewl didin ku mîrgehên kurdan ji holê rakin. Îngiltere û Rûsya ku li herêmê dagirker in bi hemû qirêjî û bêehlaqîya xwe ve di vê pêvajoyê de cih digirin û gelek bûyer û qewimînên ku li herêmê pêk tên bi vê pêvajoyê ve girêdayî ne. Ev pirtûk dûr û dirêj vê pêvajoyê vedibêje.

Û di vê pêvajoyê de hêzên ku dixwazin li herêmê bi cih bibin, hewl didin ku kurdan nas bikin û her hêzek li gor xwe dîrokekê ji kurdan re dinivîse. Xalfîn ev rastî di pêşgotina xwe de wiha raxistiye ber çavan: „Di nava rojhilatzanîya welatên dereke û ya me de Kurdistan zêdetir di hêla arkeolojîyê, etnografîyê (miletzanîyê) û zimanzanîyê de hatiye vekolandin. Keda pirtirîn di nava Kurdzanîyê de ya zanyarên Rûsayê ye. Ew bi wê yekê ve tê şîrovekirin, ku sînorê Rûsyayê bi Kurdistanê re heye û di nav welatê wê de hinek Kurd hebûn. Lewma jî guhdarîya di hindava Kurdistanê û gelê Kurd de, ku di dehsalên pêşîn ên sedsala 19’emîn de li Rûsyayê pêk hatiye, ne tenê ji bo karê zanyarîyê bû, lê her wiha seba pêwîstîya sîyaseta der û hundir bû jî.“

Bi xwendina vê pirtûkê hûn ê tenê agahîyêh sedsalekê wernegirin, di heman demê de hûn ê rastîya çavkanî û xebatên der barê kurdan de jî fam bikin. Xalfîn di vê mijarê de wiha dibêje: „Hilbet tê fehmkirin, ku ev hemû serkanî jî li gorî berjewandîyan hatine amadekirin û weşandin. Xwedanên wan, amadekar, weşanger rastîya sîyaseta hikumeta "xwe" ya bindestkirinê di hindava Kurdistanê de "binperde" dikin, sîyaseta wê hikumetê û paşmayînên wê yên malxerab bi rengê spî nîşan didin û wê sîyasetê gelek caran eşîretên Kurdan dikir nava rewşeke xerab. Dema bikaranîna van serkanîyan û çavkanîyan, her wiha dokumentên arşîvan ên neweşandî, pêwîst e mirov gelekî bi fesal be û bi çavekî rexnegir li wan binihêre.“

Yayınevi : Lîs Yayınları
Sayfa Sayısı : 180
ISBN : 978-605-81408-4-4
Çevirmen : Ji Rûsî: Têmûrê Xelîl
Dil : Kürtçe (Kurmancî)
_FirstCommentWarning_
_FeedInfo_
Çok iyi
HUSAMETTİN Kıran | 26/01/2026
Hızlı ve güvenilir ♥️
R... K... | 24/01/2026
Teslîmatê wê pir xweş e bi rastî, min çend çar kitêb stand, gelek keyfxweş im
H... D... | 09/01/2026
Sitede istediğimi kolayca bulabiliyorum hızlı ve güvenilir spas
Türkmenler mahallesi çöl geçidi no 86 kat2 Şahinbey Gaziantep Gün | 06/01/2026
Serkefitn dixwazim. Spas dikim
H... D... | 23/12/2025
Çok iyi
Nazlı Yılmaz | 28/11/2025
Hizli donuşler ve guvenirlik oldukça iyi
Fatma Özkan | 27/11/2025
sitenizi yeni gördüm baya işime yarayak ürünler var.
M... .... | 21/11/2025
Güzel
B... G... | 18/10/2025
Gayet güzel sorunsuz işkeyen bir sistem
Zübeyir Kaya | 17/10/2025
Di Sedsala 19'emîn de Rewşa Kurdan Ew pirtûka ku gelek lêkolîner, pispor û nivîskaran wek çavkanî jê behs dikir û wek referans nîşan dida û hîna jî didin va ye bi kurdî ye. Pirtûka ku ji alîyê A. Xalfîn ve hatiye nivîsandin û di sala 1963’yan de hatiye weşandin êdî li ber destên xwînerên kurdî ye. Berhem ji gelek alîyan ve balkêş e. Carekê xalfîn armanc û çarçoveya xwe pir zelal diyar kiriye û xebata xwe li wê gorê kiriye. Çavkanîyên ku sûd ji wan wergirtiye û bi kar anîne tev ji xwîneran re vegotiye. Gava ku mirov pirtûkê bixwîne mirov ê bi hêsanî pêvejoya amadekirina pirtûkê têbigihîje. Pirtûk sedsalekê ji dîroka kurdan dide ber xwe. Sedsala 19’emîn. Ên ku kêm zêde ji dîroka kurdan haydar bin, ji bo kurdan girîngîya vê sedsalê dizanin. Ji hêlekê ve pêvajoya netewdewletê dest pê kiriye û bayê wê dewletên ku li ser axa kurdan desthilat in jî, daye ber xwe. Pêvejoya împaratorîyan ber bi dawîbûnê ve diçe. Osmanî û Îran hewl didin ku li hemberî vê pêvajoyê xwe veguherînin û bi wî awayî li ber xwe bidin. Ji bo vê yekê jî hewl didin ku mîrgehên kurdan ji holê rakin. Îngiltere û Rûsya ku li herêmê dagirker in bi hemû qirêjî û bêehlaqîya xwe ve di vê pêvajoyê de cih digirin û gelek bûyer û qewimînên ku li herêmê pêk tên bi vê pêvajoyê ve girêdayî ne. Ev pirtûk dûr û dirêj vê pêvajoyê vedibêje.Û di vê pêvajoyê de hêzên ku dixwazin li herêmê bi cih bibin, hewl didin ku kurdan nas bikin û her hêzek li gor xwe dîrokekê ji kurdan re dinivîse. Xalfîn ev rastî di pêşgotina xwe de wiha raxistiye ber çavan: „Di nava rojhilatzanîya welatên dereke û ya me de Kurdistan zêdetir di hêla arkeolojîyê, etnografîyê (miletzanîyê) û zimanzanîyê de hatiye vekolandin. Keda pirtirîn di nava Kurdzanîyê de ya zanyarên Rûsayê ye. Ew bi wê yekê ve tê şîrovekirin, ku sînorê Rûsyayê bi Kurdistanê re heye û di nav welatê wê de hinek Kurd hebûn. Lewma jî guhdarîya di hindava Kurdistanê û gelê Kurd de, ku di dehsalên pêşîn ên sedsala 19’emîn de li Rûsyayê pêk hatiye, ne tenê ji bo karê zanyarîyê bû, lê her wiha seba pêwîstîya sîyaseta der û hundir bû jî.“Bi xwendina vê pirtûkê hûn ê tenê agahîyêh sedsalekê wernegirin, di heman demê de hûn ê rastîya çavkanî û xebatên der barê kurdan de jî fam bikin. Xalfîn di vê mijarê de wiha dibêje: „Hilbet tê fehmkirin, ku ev hemû serkanî jî li gorî berjewandîyan hatine amadekirin û weşandin. Xwedanên wan, amadekar, weşanger rastîya sîyaseta hikumeta ''xwe'' ya bindestkirinê di hindava Kurdistanê de ''binperde'' dikin, sîyaseta wê hikumetê û paşmayînên wê yên malxerab bi rengê spî nîşan didin û wê sîyasetê gelek caran eşîretên Kurdan dikir nava rewşeke xerab. Dema bikaranîna van serkanîyan û çavkanîyan, her wiha dokumentên arşîvan ên neweşandî, pêwîst e mirov gelekî bi fesal be û bi çavekî rexnegir li wan binihêre.“ LS0421
Di Sedsala 19'emîn de Rewşa Kurdan

_Recommend_

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.