Nû
Efare
(0) Şîrove - 0 Pûan
Kategorî
Yazar
Hejmara Stokê
99 Lib
Koda Stokê
ZİZ011
Rewşa Stokê
Di Stokê De Heye
Yayınevleri
Biha
150,00 TL + KDV
%20 Daxistin
150,00 TL
120,00 TL
Efare bi şêwaze şîpehiş hatiye nivîsîn û bûyer bi çavê zarokekî tên vegotin. Nivîskar bi çûnûhatinên di navbera paşeroj, sibêroj û îroj de tirs û metirsî, xewn û xeyal, hêvîdarî û hêvîsariyên zarokekî bi zimanekî zarokane vedibêje.
Nivîskar dike ku em careke din û bi çavekî din li bûyer û rûdanên li dora me diqewimin binêrin ku gelek caran em wan bûyer û rûdanan wek “kîtekîtên bêqîmet” dibînin. Di lênêhirtina wan “kîtekîtên bêqîmet” de em bi ser dinyaya hundirîn a zarokekî ve dibin, wê dinyaya têrefsûnî ku qet ne dûrî me ye ji nû ve keşif dikin. Bi xêra şêwaza şîpehiş ku nivîskar bi hostetî bi kar aniye xwîner bêhtir nêzî hişê qarekterê romanê dibe û bi vî hawî jî berhem bêhtir balkêş û tamxweş dibe.
Efare ne tenê lênêhitina zarokekî ya li dinyayê ye, nivîskar di heman demê de dest daniye ser hest, hêvî, xewn û xeyalên gerdûnî yên hemû mirovahiyê û tecrûbeyeke kûrtir derdixe pêşiya xwîner. Pirtûka ku xwîner hem ji hêla fikrî û hem jî ji hêla hestî ve dihejîne, bi zimanê xwe yê resen û sivik tevliheviya hundirîn a mirovan bi lênêhirtineke zarokane û masumane dide der.
Yayınevi | : | Zîz Yayınları |
Sayfa Sayısı | : | 112 |
Basım Yılı | : | 2024 |
ISBN | : | 9786259416595 |
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!