Flashhilat 3
Hejmara Nîsanê ya fanzîna flashhilatê derket. Di vê hejmarê de, ku hejmara sisêyan e, Înanolo li ser ‘’wêneyên wenda’’ yên Mîr Celadet Alî Bedirxan nivîsîye. Rohat Alakom, derbarê wêneyekî Hîdayet Xanim a dîya Hale Anter, Berken Bereh li ser wênekarîya xwe û Jan Dost jî bi fotografê dîtina Kobanîyê piştî bîst salan reng û deng dane fanzînê. Di fanzînê de herwiha kevnefotoyekî Margaret Cameron hatiye weşandin. Li berga paşî ya fanzînê fotografê pêşî yê Çalê Reş hatiye danîn.
Naveroka fanzîna ku bi edîtorîya Omer Faruk Baran derdikeve wiha ye:
Înanolo - Wêneyên Wenda yên Mîr Celadetî
Rohat Alakom - Bêqusiriya Fîdaneke Sîmetrîk, Hîdayet Xanim
Berken Bereh - ‘Eyna Jîyanê
Jan Dost - Salûsînorên Dil
Hêjayî bîrxistinê ye, flashhilat, ku bi mottoya wê ‘’fanzîna ji fotografîyê dinizile’’, taybet li ser fotografîyê derdikeve û heqê telîfê jî dide nivîskaren xwe.
| Dil | : | Kürtçe (Kurmancî) |
| Dergi | : | Flashhilat |
Amedpor not defteri hediyesi için de ayrıca teşekkür ederim.
Bilgi hazinenizi genişletmek isteyenlerin mutlaka uğraması gereken kitap evi.
Spas