Folklora Kurdî

Folklora Kurdî

(0) Şîrove - 0 Pûan
_StockAmount_
96 _Piece_
_StockCode_
LS0059
Rewşa Stokê
Di Stokê De Heye
_Price_
15,88 USD + _Tax_
%15 Daxistin
15,88 USD
13,50 USD
  • Folklora  netewekî  dewlemendiya çand, wêje û şaristaniya netewekî ye. Folklora Kurdî yek ji wan xebatên Sadiq Bahaeddîn Amêdî (1918 Amedîye-1982 Bexda) ye.  Folklora Kurdî ji aliyê nivîskar rewşenbîrê hêja  Ziya Avci ji tîpên Erebî transkirîptî tîpên  Latînî hate kirin. Di esnayê tîpguhêziyê de, ji bo ku qîmeta berhemê ya folklorîk û ew devoka pê hatiye nivîsandin bê parastin,  devok û awayê nivîsandina bêjeyan hatiye parastin           

    Mijarên di vê berhemê de derbas dibin, bi sê mijaran tê parvekirin Beşa yekem, destanên Kurdî yên bi nav û deng ên wekî Memê Alan, Zembîlfiroş, Kela Dimdimê, Sîseban û her wekî din in, ku waryantên wan ên cihê cihê yên di Herêma Behdînan û di nav xelkê de tên gotin in.

    Beşa duduyan, gelek çîrok an destan hene û mamoste Sadiq Bahaeddîn dibêje ku ji “Defterêt Cegerxwîn hatine veguhastin”. Tarîxa veguhastina wan salên 1960’î ne. Zimanê van çîrokan jî ê Hawara Mîr Celadet Bedirxan e.

    Beşa sêyemîn jî, çîrok û destanên gelêrî yên di nav xelkê de tên gotin in. Çîrok û destanin  bi qîmet û gelek mezin in. Taybetmediyeke gelek tekane ya ji bo wêjeya Kurdî di van çîrok û destanan de heye; ew jî gotina wan hem ya bi kilamkî û hem jî bi awayê adetî ya normal e. Ev kilamên han xwediyê wezneke taybetî ne.  Ev karekter  tenê di kilamên çîrokî û destanên Kurdî de tên dîtin. Ji ber vê yekê jî ev berhem dê bi kêrî  pispor û lêkolîneran were.

    Sadiq Bahaeddîn Amêdî, yek ji wan zanayê hêja yê Herêma Behdînan a Başûrê Kurdistanê ye ku bi salan gelek bi dil û can, xizmeta Zaravayê Kurmancî kiriye û di vî warî de ji bilî kitêban, çendîn makaleyên wî yên gelek hêja hene, ku di kovarên cihê cihê yên Kurdî de hatine weşandin. 

Yayınevi : Lîs Yayınları
Sayfa Sayısı : 387
Dil : Kürtçe (Kurmancî)
_FirstCommentWarning_
_FeedInfo_
Çok iyi
HUSAMETTİN Kıran | 26/01/2026
Hızlı ve güvenilir ♥️
R... K... | 24/01/2026
Teslîmatê wê pir xweş e bi rastî, min çend çar kitêb stand, gelek keyfxweş im
H... D... | 09/01/2026
Sitede istediğimi kolayca bulabiliyorum hızlı ve güvenilir spas
Türkmenler mahallesi çöl geçidi no 86 kat2 Şahinbey Gaziantep Gün | 06/01/2026
Serkefitn dixwazim. Spas dikim
H... D... | 23/12/2025
Çok iyi
Nazlı Yılmaz | 28/11/2025
Hizli donuşler ve guvenirlik oldukça iyi
Fatma Özkan | 27/11/2025
sitenizi yeni gördüm baya işime yarayak ürünler var.
M... .... | 21/11/2025
Güzel
B... G... | 18/10/2025
Gayet güzel sorunsuz işkeyen bir sistem
Zübeyir Kaya | 17/10/2025
Folklora Kurdî Folklora  netewekî  dewlemendiya çand, wêje û şaristaniya netewekî ye. Folklora Kurdî yek ji wan xebatên Sadiq Bahaeddîn Amêdî (1918 Amedîye-1982 Bexda) ye.  Folklora Kurdî ji aliyê nivîskar rewşenbîrê hêja  Ziya Avci ji tîpên Erebî transkirîptî tîpên  Latînî hate kirin. Di esnayê tîpguhêziyê de, ji bo ku qîmeta berhemê ya folklorîk û ew devoka pê hatiye nivîsandin bê parastin,  devok û awayê nivîsandina bêjeyan hatiye parastin            Mijarên di vê berhemê de derbas dibin, bi sê mijaran tê parvekirin Beşa yekem, destanên Kurdî yên bi nav û deng ên wekî Memê Alan, Zembîlfiroş, Kela Dimdimê, Sîseban û her wekî din in, ku waryantên wan ên cihê cihê yên di Herêma Behdînan û di nav xelkê de tên gotin in. Beşa duduyan, gelek çîrok an destan hene û mamoste Sadiq Bahaeddîn dibêje ku ji “Defterêt Cegerxwîn hatine veguhastin”. Tarîxa veguhastina wan salên 1960’î ne. Zimanê van çîrokan jî ê Hawara Mîr Celadet Bedirxan e. Beşa sêyemîn jî, çîrok û destanên gelêrî yên di nav xelkê de tên gotin in. Çîrok û destanin  bi qîmet û gelek mezin in. Taybetmediyeke gelek tekane ya ji bo wêjeya Kurdî di van çîrok û destanan de heye; ew jî gotina wan hem ya bi kilamkî û hem jî bi awayê adetî ya normal e. Ev kilamên han xwediyê wezneke taybetî ne.  Ev karekter  tenê di kilamên çîrokî û destanên Kurdî de tên dîtin. Ji ber vê yekê jî ev berhem dê bi kêrî  pispor û lêkolîneran were. Sadiq Bahaeddîn Amêdî, yek ji wan zanayê hêja yê Herêma Behdînan a Başûrê Kurdistanê ye ku bi salan gelek bi dil û can, xizmeta Zaravayê Kurmancî kiriye û di vî warî de ji bilî kitêban, çendîn makaleyên wî yên gelek hêja hene, ku di kovarên cihê cihê yên Kurdî de hatine weşandin.  LS0059
Folklora Kurdî

_Recommend_

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.