Gerdeniya Gewherî Şerha Dîwana Melayê Cizîrî

Gerdeniya Gewherî Şerha Dîwana Melayê Cizîrî

(0) Şîrove - 0 Pûan
_StockAmount_
26 _Piece_
_StockCode_
AVESTA0143
Rewşa Stokê
Di Stokê De Heye
_Price_
64,83 USD + _Tax_
%25 Daxistin
64,83 USD
48,62 USD
  • Amadekarî û wergera ji erebî: Emîn Narozî
  • cildê 1: 616 rûpel, cildê 2: 584 rûpel, cildê 3: 472 rûpel,  tev de 1672 rûpel
  • 3 cild, bi hev re di qotiyekê de, bi hev re tên firotin
  • Zivingî bi wê xebata xwe ya giranbiha gelek tevlîheviyên ser dema jiyana Cizîrî û evîna wî jî ji holê rakir, ew cudahiyên ku li ser jiyan û evîna wî hem di nav xelkê de belav bû û hem jî di gelek berhemên tarîxî û edebî de hebûn, komî ser hev kir, pirên wan paqij û sererast kirin û ne temam be jî dema jiyana wî ya nêzîktirînê rastiyê derxist holê. 
    Herweha ji ber ku heya dereng jî bi piranî çapa Dîwana Cizîrî ya Stembolê li ber dest hebû û ew jî bê zêr û ziber (bêvokal) bû xwendina wê zehmet bû ku ji ber vê jî herkesê erebîxwên jî dest ji naverokê berde jixwe nikaribûn honraweyên wî rast bixwînin jî. Lê Şerha Zivingî bi zêr û ziberkirina (vokaldanîna ser) gotinan xwendina wê jî hêsantir kir ku hemî kesên erebîxwên heya quranxwên jî êdî bêzehmetî dikaribûn wê bixwînin.

    Mela Ehmedê Zivingî di pêşgotinê de wiha dibêje: “Ev karekî weha bû ku berê kes pê ve ranebûbû û ji wê bonê jî hêmanên ku ez jê sûd werbigirim û li ser wê riyê herim tunebûn. Herweha ez di paşiya temenê xwe de digel kêmbûna materyalan, qelsiya bîr û hizra xwe, piriya karûbarê pêwendiyên xwe û astengên peywest e cara pêşî bi karekî weha ve radibûm. Ji ber van sedeman jî bi rastî ji bo qedandin û derxistina wê bi alîkariya Şahê perestî ez pêrgî gelek zehmetî û erqele hatim û min hew karibû gotinên wê bi ferhengî mane bikim û hima di ser rû de maneyên wan rave bikim. Lê belê ji bilî çend cihên kêm ez qet neketim kûrahî û berfirehiya maneya rastî ya ku Mela jî mîna şairên hemdemên xwe yên tesewifê yên din dixwest bi mînakên xezelî û telmîhên rewanbêjî destnîşan bike. Lewra ez ji têgihîştina wan pênîşandanên hêja yî kûr dûr im û min ew ji kesên din ên ku ji heq dertên re hişt bi hêviya ku xîret li yekî bixe, bi vê kêmasiyê bihise û wê temam bike. 
    Min bi xwe cehd û xebata ji bo rastkirina gotinên xerabkirî û sererastkirina hevok û derbirînên tevlîhevkirî û diyarkirina raz û dirûvan û kifşkirina destnîşanan li gor hêz û biriya xwe ya kêm tu kêmasî nexistiyê, lê digel vê jî doza berîbûna ji şaşî û kêmasiyan nakim çunkî mirov cihê petatî û şetatiyê, dûrbûna ji rastiyê û wargeha gunehan e û xwedî mafê lêborîn û bexşînê ji hevcinsê xwe û ji Şahê mihrîvan e. Jixwe ger tu serkeftî bî ew bi alîkariya Wî yê payeberz e û ger tu şaş û çewt bî jî jixwe ji ber ku şaşî û kêmasî adet û hêwişiyên mirovan e. Çendî ku ez di karê ravekirinê de negiham encameke bi dilê xwe jî lê ez tirsiyam ku mirin berî wê bigihîje min û xelaskirina wê ji dest bifewite, çunkî pêjn û hisên me qels bûne û paşiya temen jî nêzîk bûye.

Yayınevi : Avesta Yayınları
ISBN : 9786055279028
Hazırlayan : Emîn Narozî
_FirstCommentWarning_
_FeedInfo_
Çok iyi
HUSAMETTİN Kıran | 26/01/2026
Hızlı ve güvenilir ♥️
R... K... | 24/01/2026
Teslîmatê wê pir xweş e bi rastî, min çend çar kitêb stand, gelek keyfxweş im
H... D... | 09/01/2026
Sitede istediğimi kolayca bulabiliyorum hızlı ve güvenilir spas
Türkmenler mahallesi çöl geçidi no 86 kat2 Şahinbey Gaziantep Gün | 06/01/2026
Serkefitn dixwazim. Spas dikim
H... D... | 23/12/2025
Çok iyi
Nazlı Yılmaz | 28/11/2025
Hizli donuşler ve guvenirlik oldukça iyi
Fatma Özkan | 27/11/2025
sitenizi yeni gördüm baya işime yarayak ürünler var.
M... .... | 21/11/2025
Güzel
B... G... | 18/10/2025
Gayet güzel sorunsuz işkeyen bir sistem
Zübeyir Kaya | 17/10/2025
Gerdeniya Gewherî Şerha Dîwana Melayê Cizîrî Amadekarî û wergera ji erebî: Emîn Narozîcildê 1: 616 rûpel, cildê 2: 584 rûpel, cildê 3: 472 rûpel,  tev de 1672 rûpel3 cild, bi hev re di qotiyekê de, bi hev re tên firotinZivingî bi wê xebata xwe ya giranbiha gelek tevlîheviyên ser dema jiyana Cizîrî û evîna wî jî ji holê rakir, ew cudahiyên ku li ser jiyan û evîna wî hem di nav xelkê de belav bû û hem jî di gelek berhemên tarîxî û edebî de hebûn, komî ser hev kir, pirên wan paqij û sererast kirin û ne temam be jî dema jiyana wî ya nêzîktirînê rastiyê derxist holê. Herweha ji ber ku heya dereng jî bi piranî çapa Dîwana Cizîrî ya Stembolê li ber dest hebû û ew jî bê zêr û ziber (bêvokal) bû xwendina wê zehmet bû ku ji ber vê jî herkesê erebîxwên jî dest ji naverokê berde jixwe nikaribûn honraweyên wî rast bixwînin jî. Lê Şerha Zivingî bi zêr û ziberkirina (vokaldanîna ser) gotinan xwendina wê jî hêsantir kir ku hemî kesên erebîxwên heya quranxwên jî êdî bêzehmetî dikaribûn wê bixwînin.Mela Ehmedê Zivingî di pêşgotinê de wiha dibêje: “Ev karekî weha bû ku berê kes pê ve ranebûbû û ji wê bonê jî hêmanên ku ez jê sûd werbigirim û li ser wê riyê herim tunebûn. Herweha ez di paşiya temenê xwe de digel kêmbûna materyalan, qelsiya bîr û hizra xwe, piriya karûbarê pêwendiyên xwe û astengên peywest e cara pêşî bi karekî weha ve radibûm. Ji ber van sedeman jî bi rastî ji bo qedandin û derxistina wê bi alîkariya Şahê perestî ez pêrgî gelek zehmetî û erqele hatim û min hew karibû gotinên wê bi ferhengî mane bikim û hima di ser rû de maneyên wan rave bikim. Lê belê ji bilî çend cihên kêm ez qet neketim kûrahî û berfirehiya maneya rastî ya ku Mela jî mîna şairên hemdemên xwe yên tesewifê yên din dixwest bi mînakên xezelî û telmîhên rewanbêjî destnîşan bike. Lewra ez ji têgihîştina wan pênîşandanên hêja yî kûr dûr im û min ew ji kesên din ên ku ji heq dertên re hişt bi hêviya ku xîret li yekî bixe, bi vê kêmasiyê bihise û wê temam bike. Min bi xwe cehd û xebata ji bo rastkirina gotinên xerabkirî û sererastkirina hevok û derbirînên tevlîhevkirî û diyarkirina raz û dirûvan û kifşkirina destnîşanan li gor hêz û biriya xwe ya kêm tu kêmasî nexistiyê, lê digel vê jî doza berîbûna ji şaşî û kêmasiyan nakim çunkî mirov cihê petatî û şetatiyê, dûrbûna ji rastiyê û wargeha gunehan e û xwedî mafê lêborîn û bexşînê ji hevcinsê xwe û ji Şahê mihrîvan e. Jixwe ger tu serkeftî bî ew bi alîkariya Wî yê payeberz e û ger tu şaş û çewt bî jî jixwe ji ber ku şaşî û kêmasî adet û hêwişiyên mirovan e. Çendî ku ez di karê ravekirinê de negiham encameke bi dilê xwe jî lê ez tirsiyam ku mirin berî wê bigihîje min û xelaskirina wê ji dest bifewite, çunkî pêjn û hisên me qels bûne û paşiya temen jî nêzîk bûye. AVESTA0143
Gerdeniya Gewherî Şerha Dîwana Melayê Cizîrî

_Recommend_

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.