Gûzereş

Gûzereş

(0) Şîrove - 0 Pûan
_Brand_
_StockAmount_
98 _Piece_
_StockCode_
PEYWEND0129
Rewşa Stokê
Di Stokê De Heye
_Price_
7,46 USD + _Tax_
%25 Daxistin
7,46 USD
5,59 USD

Berê nivîs hebû!..


Ev demek bû, hizrên wî gêre pê re dikir.  Aya, hevîrtirşê nivîştara mirovan bi axa mirovan vestirîye. An mirov, tenê xwendinek e û nivîsa jiyana xwe bi xwe lêdike? Pirsan ew xistibû gêjevankê.


Wisa bû heçku aqil û sewdaya xwe li derekê winda kiribe -belkî jî jibîr kiribe- û heta ku wê nebîne ti hedra wî nebe, çu tebat û sebat nediketê. Heta wê rojê birûskek jê re jenî.  Ew roja kelegerm.


Ev demeke dirêj e Hoşeng ji xwe re gazinan dike; Bo çi jiyan jê re temendî şikefteke xirt û xalî sar têt? Bo çi dengên ruh û dilê wî wekî reşreşokên şevê di şikefta serê wî de deng vedidin û mejiyê wî wekî hestiyekê dikojin, bo çi? Hoşeng, dike nake vê heyama jiyana xwe çi tahm û xweşiyê, çi tîn û geşahiyê ji rojgara xwe wernagire. “Bo çi?” dibû giloka pirsan û li teşiya hişê wî dialiya; her çendî dirêsa, ta û ben jêk netînane derê. Bo dilê xwe digot; tu jî heq î dilo tu jî, tu jî gûzên xwe li ser dilê min ê reben dişkênî... 


Tunebê, di kûrahiyan de li kevî û perrên dilê wî, çizirînên kewgirtî birûsk vedida û wekî pîvok û berfîna destê biharê; çawa bi tîna rojê dihese û dizane ku êdî wext e bibişkive, wî jî, di van çaledizên nepenî yên kûrahiya dilê xwe de wisa hest bi pêşhatina lêqewmîneke nepayî û çaverênekirî dikir. Welê bû, heçku ha ha ye dê delîvek lê vebe û dê ji nişkê ve ji ta û werîsê vê kamkojiya rojgara bêhnfetisok biqete û dilê wî, wekî kanîbihariyekê bi heyteholeke boş bizê û bi ser ruhê wî de, avsarkên tezî biherikîne. Wî, hest pê dikir, dengên nivîştara wî li ber hilatinê ne. Welê ye, dê ronahîya xwe şulhe şulhe bi ser de bibiriqîne. Dê zîro û zîwanên berçimka dilê wî bi carekê de bimale û ruhê wî geş bike.    

Yayınevi : Peywend Yayınları
Basım Yılı : 2022
ISBN : 9786257658722
Ebat : 13,5 x 21
Dil : Kürtçe (Kurmancî)
_FirstCommentWarning_
_FeedInfo_
Çok iyi
HUSAMETTİN Kıran | 26/01/2026
Hızlı ve güvenilir ♥️
R... K... | 24/01/2026
Teslîmatê wê pir xweş e bi rastî, min çend çar kitêb stand, gelek keyfxweş im
H... D... | 09/01/2026
Sitede istediğimi kolayca bulabiliyorum hızlı ve güvenilir spas
Türkmenler mahallesi çöl geçidi no 86 kat2 Şahinbey Gaziantep Gün | 06/01/2026
Serkefitn dixwazim. Spas dikim
H... D... | 23/12/2025
Çok iyi
Nazlı Yılmaz | 28/11/2025
Hizli donuşler ve guvenirlik oldukça iyi
Fatma Özkan | 27/11/2025
sitenizi yeni gördüm baya işime yarayak ürünler var.
M... .... | 21/11/2025
Güzel
B... G... | 18/10/2025
Gayet güzel sorunsuz işkeyen bir sistem
Zübeyir Kaya | 17/10/2025
Gûzereş Berê nivîs hebû!..Ev demek bû, hizrên wî gêre pê re dikir.  Aya, hevîrtirşê nivîştara mirovan bi axa mirovan vestirîye. An mirov, tenê xwendinek e û nivîsa jiyana xwe bi xwe lêdike? Pirsan ew xistibû gêjevankê.Wisa bû heçku aqil û sewdaya xwe li derekê winda kiribe -belkî jî jibîr kiribe- û heta ku wê nebîne ti hedra wî nebe, çu tebat û sebat nediketê. Heta wê rojê birûskek jê re jenî.  Ew roja kelegerm.Ev demeke dirêj e Hoşeng ji xwe re gazinan dike; Bo çi jiyan jê re temendî şikefteke xirt û xalî sar têt? Bo çi dengên ruh û dilê wî wekî reşreşokên şevê di şikefta serê wî de deng vedidin û mejiyê wî wekî hestiyekê dikojin, bo çi? Hoşeng, dike nake vê heyama jiyana xwe çi tahm û xweşiyê, çi tîn û geşahiyê ji rojgara xwe wernagire. “Bo çi?” dibû giloka pirsan û li teşiya hişê wî dialiya; her çendî dirêsa, ta û ben jêk netînane derê. Bo dilê xwe digot; tu jî heq î dilo tu jî, tu jî gûzên xwe li ser dilê min ê reben dişkênî... Tunebê, di kûrahiyan de li kevî û perrên dilê wî, çizirînên kewgirtî birûsk vedida û wekî pîvok û berfîna destê biharê; çawa bi tîna rojê dihese û dizane ku êdî wext e bibişkive, wî jî, di van çaledizên nepenî yên kûrahiya dilê xwe de wisa hest bi pêşhatina lêqewmîneke nepayî û çaverênekirî dikir. Welê bû, heçku ha ha ye dê delîvek lê vebe û dê ji nişkê ve ji ta û werîsê vê kamkojiya rojgara bêhnfetisok biqete û dilê wî, wekî kanîbihariyekê bi heyteholeke boş bizê û bi ser ruhê wî de, avsarkên tezî biherikîne. Wî, hest pê dikir, dengên nivîştara wî li ber hilatinê ne. Welê ye, dê ronahîya xwe şulhe şulhe bi ser de bibiriqîne. Dê zîro û zîwanên berçimka dilê wî bi carekê de bimale û ruhê wî geş bike.     PEYWEND0129
Gûzereş

_Recommend_

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.