Îlmê Belaxetê bi Kurdî

Îlmê Belaxetê bi Kurdî

(0) Şîrove - 0 Pûan
Stok Adedi
99 Adet
Stok Kodu
NUBIHAR0573
Rewşa Stokê
Di Stokê De Heye
Basım Yılı
2025
Sayfa Sayısı
632
ISBN
9786256605695
Dil
Kürtçe (kurmanci)
Fiyat
25,49 USD + KDV
%27 Daxistin
25,49 USD
18,60 USD
Belaxeta ku di nav edebiyata Îslamî de beramberî retorîka Yewnanî tê û beşeke girîng a zanista estetîkê ye wek têgeh wateya gotina fesîh (gotina zelal, rast û spehî) û muqtedayê halê (gotina ku guncawî rewşê be) dide.Di serdema klasîk a dîroka Îslamê de zanista belaxetê bi zimanê Erebî pêşketineke mezin bi dest xistiye. Bi taybetî li erdnîgariya Îranî/Kurdî li ser belaxeta Erebî berhemên girîng hatine telîfkirin. Di serdema klasîk de Kurdî nebûbe zimanê zanista belaxetê jî edebiyatvanên Kurd di medreseyan de bi rêya zimanê Erebî fêrî belaxetê bûne û bi têgehên wê yên Erebî re aşînayî peyda kirine. Wergirtina perwerdeya belaxetê di peydabûna edebiyata Kurdî ya klasîk de roleke serekî lîstiye. Ji ber ku babetên belaxetê (wek teşbîh, mecaz, îsti‘are, cînas, tekrîr û hwd.) taybetê bi zimanekî nînin û wateya wan di hemû zimanan de yek e; feqî û melayên Kurd ên ku hînî belaxeta Erebî bûne bi hêsanî rêzik û rêbazên wê li ser zimanê xwe tetbîq kirine. Lewma di dîroka edebiyata Kurdî de belaxet li ba nûnerên helbesta Kurdî ya klasîk jêdereke esasî ya dahênana edebî ye. Berhema herî navdar û karîger a belaxeta Erebî ku ji sedsala çardehem şûnda di medreseyên Fars, Kurd û Tirkan de hatiye xwendin Muxteseru’l-Me‘aniya Se‘dedînê Teftezanî (m. 1390) ye. Seydayên Kurd bi saya vê berhemê di zanista belaxetê de pisporiyeke tam bi dest xistine.Vêca Mela Seîd Dundarê ku yek ji van seydayan e ji vê berhema Teftezanî ya li ser belaxetê îlham wergirtiye û li ser bingeha wê bi Kurdiya Kurmancî ev berhema belaxetê ya li ber destê we (Ilmê Belaxetê bi Kurdî) amade kiriye. Mela Seîd ji bilî berhema Teftezanî ji çendîn xebatên nûjen yên belaxeta Erebî jî sûd wergirtiye û mijarên erûz û qafiyeyê jî li mijarên belaxetê yên serekî (me‘anî, beyan, bedî‘) zêde kirine û bi vî awayî kadroya belaxetê di nav yek bergî de kom kiriye. Tişta herî xweş û girîng jî, nivîskar di hemû mijaran de piştî nimûneyên Erebî ji helbestvanên Kurd jî nimûne dane û bi vî awayî li kêleka belaxeta Erebî belaxeta Kurdî jî fêr kiriye.Ilmê Belaxetê bi Kurdî, dê di nav lîteratora belaxeta Kurdî de cihekî taybet bigire û di vê qadê de jî valahiyeke mezin tijî bike. Ev berhem bi taybetî dê fêmkirina hêmanên belaxetê yên ku bi hemû şêweyên xwe di metnên edebî yên Kurdî de hatine cîbicîkirin gelekî hêsan bike. Ji bo ku analîzeke tam û dirust li ser wan metnan bê kirin, pêwîstiyeke zêde ya feqî û seydayên medreseyan, xwendekar û mamostayên zanîngehan û nivîskar û vekolerên edebiyata Kurdî bi vê berhemê heye.
Yayınevi : Nubihar Yayınları
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Spas
Şiyar Yakut | 02/07/2026
Sorunsuz
Fikret Corumlu | 23/06/2026
Ew pir xweşik bûn û pir baş xuya dikirin.
Spas ji bo hewildanên we
Fehmi Duman | 16/06/2026
Gelek baş bû mala pirtûka kurdî ava
HÜSEYİN BARAN DAĞ | 13/06/2026
Pirtukakurdi verdiği özen hiçbir alışveriş sitesi vermiyor helal olsun size tebrik ediyorum.
Erdoğan Demir | 21/05/2026
Gayet başarılı ve hızlı
Zelal Şan | 26/04/2026
Çok güzel
A... A... | 29/03/2026
Çok iyiydi. Zamanında güzel paketlenmiş şekilde geldi.
Ayhan Haman | 10/03/2026
Çok iyi
HUSAMETTİN Kıran | 26/01/2026
Hızlı ve güvenilir ♥️
R... K... | 24/01/2026
Îlmê Belaxetê bi Kurdî Îlmê Belaxetê bi Kurdî,Mehmet Sait Dündar,nubihar yayınları,9786256605695 NUBIHAR0573
Îlmê Belaxetê bi Kurdî

Tavsiye Et

*
*
*
ideasoft e-ticaret paketleri ile hazırlandı.