Ji Vittulayê Muzîka Populer

Ji Vittulayê Muzîka Populer

(0) Şîrove - 0 Pûan
Author
Stock
100 Piece
Stock code
LS0085
Rewşa Stokê
Di Stokê De Heye
Price
11,48 USD + VAT
%20 Daxistin
11,48 USD
9,19 USD
  • Ev roman di sala 2000’an de, li Swêdê, bi zimanê swêdî hatîye nivîsandin û di heman salê de bi xelata August hatîye xelatkirin. Ev pirtûk pir hatiye firotin, her weha fîlmê wê jî hatiye çêkirin. Di 2009’an de jî bi kurdî hatiye wergerandin.

    Vittula li bajarokê Pajala, ku li jora Swêdê li herêma Tornedalenê ye, taxeke vîlla ye. Tornedalen li bakur-rojhilatê Swêdê û bakur-rojavayê Fînlandîya ye, bi taybetî ev herêm bi zaravayê Swêdîya xwe ku bi tundî di bin bandora Fînî de maye, tê naskirin. Dema ku malbata Mikael Niemi ji Fînlandîya di salên 1960’î de bar kiriye çûye vê taxê, Niemi bi xwe zarok e û li vê herêmê mezin bûye. Lewma Niemi ev roman ji swêdîya resen bêtir, bi zaravayê Tornedalî, bi şêweyekî îronîk û mîzahî nivîsîye. Her çiqas weke bîyografîya Niemi xuya dike jî, ne bîyografîya wî ye, lêbelî çîrok li ser şert û mercên zarotî û xortikîya wî hatîye avakirin.

    Li gel ku navê ”muzîkê” weke ku mijara wê muzîk e diyar dike jî, di eslê xwe de rewşa Swêdê ya dawîya salên 1960’î û destpêka 1970’yî, dema ku biyanî nû tên Swêdê, vedibêje. Niemi û çend hevalên xwe, weke zarokên biyaniyên yekem di navbera çanda malbata xwe û ya Swêdî de mezin dibin. Nakokîyên navbera çanda Fînî û Swêdî, jiyana di civakeke nû de,  têkiliyên biyaniyan ên malbatî, yên bi xismên wan û civaka nû re, bandora olê xiristiyaniyê û mezhebên herêmî, jiyana xortikan, mayina wan di navbera çanda wan û çanda nû de, nizanî û xeşîmîyên wan, bandora fikira komimîsmê ku di wê demê de populer bû, alkolîzm û encamên wê, nerîna wan li kok û pêşîyên wan, di derbarê pêşerojê de xewn û xeyalên wan bi şêweyeke herikbar tê vegotin.

    Ev dîmenê ku Mikael Niemi bi şêweyê xwe yê herikbar û mîzahî diafirîne, civaka Swêdê ya di salên 1960 û 1970’yî de ji mirov re zelal dike. Herçiqas îro di navbera çand û civaka Swêdî û ya Kurdan de cûdahiyên mezin hebin jî, ev roman diyar dike ku di wan salan de, di navbera çanda Kurdan û ya Swêdî û Fînîyan de cûdahiyên mezin tune e. Di vê mijarê de ev roman çavkanîyeke hêja ye.

Yayınevi : Lîs Yayınları
Sayfa Sayısı : 268
Çevirmen : Mizgin Bingöl
Dil : Kürtçe (Kurmancî)
Be the first to review this product!
Price information, pictures, product descriptions and other issues that you find inadequate points you can send us using the suggestion form.
Thank you for your comments and suggestions.
Kovareke giranbiha
O... K... | 30/05/2025
Kürtler için yapılmış güzel şeylerden bir tanesi
M... A... | 16/04/2025
siparişler hızlıca ulaşıyor, kategori çok. beğendim.
A... U... | 05/04/2025
Sizlerden gayet memnunum emeğinize sağlık
M... A... | 12/03/2025
Harikaydı
Serdar KÖMÜRCÜ | 22/01/2025
Gayet pratik ve hoş
Muzaffer Bora | 12/01/2025
Hızlı teslimat sağlandı .çok iyi bir şekilde bantlanmış teşekkürler. Gayet memnunum. Xwedê we bihêle .
A... Y... | 11/01/2025
&ddjmsd
RODEM ÇAÇAN | 06/01/2025
Sizi seviyorum Pırtukakurdi
Birsen KORKMAZ | 11/12/2024
Berbat
Sema Koç Soğancı | 29/11/2024
Ji Vittulayê Muzîka Populer Ev roman di sala 2000’an de, li Swêdê, bi zimanê swêdî hatîye nivîsandin û di heman salê de bi xelata August hatîye xelatkirin. Ev pirtûk pir hatiye firotin, her weha fîlmê wê jî hatiye çêkirin. Di 2009’an de jî bi kurdî hatiye wergerandin. Vittula li bajarokê Pajala, ku li jora Swêdê li herêma Tornedalenê ye, taxeke vîlla ye. Tornedalen li bakur-rojhilatê Swêdê û bakur-rojavayê Fînlandîya ye, bi taybetî ev herêm bi zaravayê Swêdîya xwe ku bi tundî di bin bandora Fînî de maye, tê naskirin. Dema ku malbata Mikael Niemi ji Fînlandîya di salên 1960’î de bar kiriye çûye vê taxê, Niemi bi xwe zarok e û li vê herêmê mezin bûye. Lewma Niemi ev roman ji swêdîya resen bêtir, bi zaravayê Tornedalî, bi şêweyekî îronîk û mîzahî nivîsîye. Her çiqas weke bîyografîya Niemi xuya dike jî, ne bîyografîya wî ye, lêbelî çîrok li ser şert û mercên zarotî û xortikîya wî hatîye avakirin. Li gel ku navê ”muzîkê” weke ku mijara wê muzîk e diyar dike jî, di eslê xwe de rewşa Swêdê ya dawîya salên 1960’î û destpêka 1970’yî, dema ku biyanî nû tên Swêdê, vedibêje. Niemi û çend hevalên xwe, weke zarokên biyaniyên yekem di navbera çanda malbata xwe û ya Swêdî de mezin dibin. Nakokîyên navbera çanda Fînî û Swêdî, jiyana di civakeke nû de,  têkiliyên biyaniyan ên malbatî, yên bi xismên wan û civaka nû re, bandora olê xiristiyaniyê û mezhebên herêmî, jiyana xortikan, mayina wan di navbera çanda wan û çanda nû de, nizanî û xeşîmîyên wan, bandora fikira komimîsmê ku di wê demê de populer bû, alkolîzm û encamên wê, nerîna wan li kok û pêşîyên wan, di derbarê pêşerojê de xewn û xeyalên wan bi şêweyeke herikbar tê vegotin. Ev dîmenê ku Mikael Niemi bi şêweyê xwe yê herikbar û mîzahî diafirîne, civaka Swêdê ya di salên 1960 û 1970’yî de ji mirov re zelal dike. Herçiqas îro di navbera çand û civaka Swêdî û ya Kurdan de cûdahiyên mezin hebin jî, ev roman diyar dike ku di wan salan de, di navbera çanda Kurdan û ya Swêdî û Fînîyan de cûdahiyên mezin tune e. Di vê mijarê de ev roman çavkanîyeke hêja ye. LS0085
Ji Vittulayê Muzîka Populer

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.