Jîyan Herêmeke Qedexekirî Bû
Jîyan Herêmeke Qedexekirî Bû
Xwînerên kurd heta nuha Helîm Yûsivî bi berhemên wî yên xwedî rehîndeke bihêz ya surreal, sembolîk û alegorîk dinasin. Lê di Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bûyê de Helîm Yûsiv vê carê ji xeyal û fantaziyên afirandinê dûr dikeve; herçend berhemê bi teknîkên romanê binivîse jî, hemû rûdan û kesan ji jiyana rastqîne werdigire, bi tenê navên hin kesan diguherîne. Yûsiv ve yekê wisa rave dike: “Gava jiyan bi xwe ji xeyalê biwêdetir be, pêdivî bi bûyer û kesên xeyalî namîne.”
Yûsiv berê xwîneran dide serpêhatiyên xwe û jiyana xwe ya nivîskariyê. Ew bi destê xwîneran digire; wan ji Amûdê heta Berlîn û Wuppertalê, ji zarokatiya di bin siya qedexeya zimanê kurdî de heta salên koçberî û penaberiyê dibe. Çîrokên bav û malbatê, evîna yekem, salên xwendin û lêşkeriyê, muxaberat, lêdan, sansur, astengên çapkirinê, rev, şer û windahî li vir bi çîrokên nivîsîna berhemên wî re di nav hev de ne. Mirov dibîne ku Helîm Yûsivê mirov û Helîm Yûsivê nivîskar ji hev nayên veqetandin; nivîskarîyê bi awayekî bihêz karîgerî li jiyana Yûsivî kiriye û bûyerajî vê jî rast e. Lewma mirov di vê berhemê de paşxane û binaxeyên berhemên din yên nivîskarî jî dibîne; ev ne tenê serpêhatiyên wî, serpêhatiyên berhemên wî jî ne. Helîm Yûsiv wek mirovekeî ji hin kêliyên nexweş ên jiyana xwe bi wêrekî nivîsîne ku ev yek otantîkbûneke taybetî dide berhemê. Lê helbet berhem ne tenê vegêrana jiyaneke takkeskî ye û jixwe ji bo nivîskarên bindest yên hişmend ji bindestîya xwe ev ne mimkun e. Di nav biranînên nivîskar de diroka nêzîk a kurden Sûriyeyê jî xuya dike: qedexe, tirs, şer, rev, windabûn û hewildana ji nû ve destpêkirinê.
Umran Aran
| Yayınevi | : | Sar Yayınları |
Spas ji bo hewildanên we