Kişik

Kişik

(0) Şîrove - 0 Pûan
Yazar
Stok Adedi
97 Adet
Stok Kodu
LS0090
Rewşa Stokê
Di Stokê De Heye
Fiyat
6,00 USD + KDV
%20 Daxistin
6,00 USD
4,80 USD
  • Çevirmen: Salih Badilî
  • Kişik, novela Stefan Zweig, ya ku wî di navbera salên 1938 û 1941’an de, di henga rêwîtiya wî ya li Brazîlê de nivîsiye, berhema wî ya herî dawî û herî navdar e.

    Di vê novelê de, çend lehengên balkêş hene, ku nivîskar dixwaze bi van qerekteran cîhana dema xwe û peywendiyên polîtîk raxe ber çavan. Ji ber ku em bi zanyariyên der barê jiyana nivîskêr bi xwe de dizanin ku ew monarşiyê diparêze, ji şer hez nake û li hemberî şer hewildaneke wî ya pasîf heye. Hê wê demê ji bo Ewrûpayê yekîtiyê dixwaze. Ev bîr û baweriyên wî hemû di kesayetên leheng û honaka berhemên wî de eşkere ne.

    Di Kişikê de, Mirko Czentovic şampiyonê kişikê ye û bi şêweyekî mekanîk dilîze. Li vir pirs ev e: Gelo çawa çêdibe ku yekî wiha yê di zanîna cîhana dema xwe de kêm di warê kişikê de dibe pispor? Ev nakokî ji kû tê û gelo ev naşibe dîktatorî û desthilatdariyên bi her cureyî?

    McConnor endazyarekî dewlemend e û bawer dike ku dikare bi darê zorê her daxwaza xwe cî bi cî bike. Di dirêjahiya berhemê de derdikeve pêşberî me û bi gotin û hewildanên xwe ve kesayeta xwe ya hişk û êrîşkar nîşanî me dide.

    Dr. B. camêrekî entelektuel û nazik e. Nivîskêr xwe di pişt vî lehengî de veşartiye.

    Nivîskar di vê berhemê de bûyer û qewaman bi devê rojnamevanekî vediguheze, kesayetên Czentovic û Dr. B. yên dijber di lîstika kişikê de berawirdî hev dike. Bi vî awayî dixwaze hemû cureyên despotîzmê û xweşbînî û hûmanîzmê jî berawirdî hev bike. Lê di dawiyê de têkçûna Dr. B. bi awayekî jî dibe têkçûna şaristaniya Ewrûpayê li hemberî Hitler.

    Kişika Stefan Zweig bi her awayê xwe ve klasîkeke nûjen e, ku ew ê bi Kurdiya wergêrê xort, Salih Badilî, êdî bi Kurdî bê xwendin.

     

Yayınevi : Lîs Yayınları
Sayfa Sayısı : 80
Çevirmen : Salih Badili
Dil : Kürtçe (Kurmancî)
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Sorunsuz
Fikret Corumlu | 23/06/2026
Ew pir xweşik bûn û pir baş xuya dikirin.
Spas ji bo hewildanên we
Fehmi Duman | 16/06/2026
Gelek baş bû mala pirtûka kurdî ava
HÜSEYİN BARAN DAĞ | 13/06/2026
Pirtukakurdi verdiği özen hiçbir alışveriş sitesi vermiyor helal olsun size tebrik ediyorum.
Erdoğan Demir | 21/05/2026
Gayet başarılı ve hızlı
Zelal Şan | 26/04/2026
Çok güzel
A... A... | 29/03/2026
Çok iyiydi. Zamanında güzel paketlenmiş şekilde geldi.
Ayhan Haman | 10/03/2026
Çok iyi
HUSAMETTİN Kıran | 26/01/2026
Hızlı ve güvenilir ♥️
R... K... | 24/01/2026
Teslîmatê wê pir xweş e bi rastî, min çend çar kitêb stand, gelek keyfxweş im
H... D... | 09/01/2026
Kişik Çevirmen: Salih Badilî Kişik, novela Stefan Zweig, ya ku wî di navbera salên 1938 û 1941’an de, di henga rêwîtiya wî ya li Brazîlê de nivîsiye, berhema wî ya herî dawî û herî navdar e. Di vê novelê de, çend lehengên balkêş hene, ku nivîskar dixwaze bi van qerekteran cîhana dema xwe û peywendiyên polîtîk raxe ber çavan. Ji ber ku em bi zanyariyên der barê jiyana nivîskêr bi xwe de dizanin ku ew monarşiyê diparêze, ji şer hez nake û li hemberî şer hewildaneke wî ya pasîf heye. Hê wê demê ji bo Ewrûpayê yekîtiyê dixwaze. Ev bîr û baweriyên wî hemû di kesayetên leheng û honaka berhemên wî de eşkere ne. Di Kişikê de, Mirko Czentovic şampiyonê kişikê ye û bi şêweyekî mekanîk dilîze. Li vir pirs ev e: Gelo çawa çêdibe ku yekî wiha yê di zanîna cîhana dema xwe de kêm di warê kişikê de dibe pispor? Ev nakokî ji kû tê û gelo ev naşibe dîktatorî û desthilatdariyên bi her cureyî? McConnor endazyarekî dewlemend e û bawer dike ku dikare bi darê zorê her daxwaza xwe cî bi cî bike. Di dirêjahiya berhemê de derdikeve pêşberî me û bi gotin û hewildanên xwe ve kesayeta xwe ya hişk û êrîşkar nîşanî me dide. Dr. B. camêrekî entelektuel û nazik e. Nivîskêr xwe di pişt vî lehengî de veşartiye. Nivîskar di vê berhemê de bûyer û qewaman bi devê rojnamevanekî vediguheze, kesayetên Czentovic û Dr. B. yên dijber di lîstika kişikê de berawirdî hev dike. Bi vî awayî dixwaze hemû cureyên despotîzmê û xweşbînî û hûmanîzmê jî berawirdî hev bike. Lê di dawiyê de têkçûna Dr. B. bi awayekî jî dibe têkçûna şaristaniya Ewrûpayê li hemberî Hitler. Kişika Stefan Zweig bi her awayê xwe ve klasîkeke nûjen e, ku ew ê bi Kurdiya wergêrê xort, Salih Badilî, êdî bi Kurdî bê xwendin.   LS0090
Kişik

Tavsiye Et

*
*
*
ideasoft e-ticaret paketleri ile hazırlandı.