Kurdên Azirbêcan

Kurdên Azirbêcan

(0) Şîrove - 0 Pûan
_Brand_
_StockAmount_
95 _Piece_
_StockCode_
LS0414
Rewşa Stokê
Di Stokê De Heye
_Price_
6,92 USD + _Tax_
%20 Daxistin
6,92 USD
5,54 USD

Pirtûkeke balkêş û belgeyeke dîrokî. Ev pirtûk ji nûsafa lijneya lêkolînê ya ku di sala 1931’an de hatiye peywirdarkirin, pêk tê. A. Bukşpan bi xwe serokê vê komîsyonê bûye. Nûsaf piştî ku hatiye temamkirin di sala 1932’yan de wek pirtûk hatiye çapkirin. Nivîskarê pirtûkê di pêşgotina xwe de der heqê pêvajoya xebata lijneyê de agahî daye. Yek ji endamên lijneyê jî Îsahak Morogûlov e ku kesên têkildarî xebatên zimanê kurdî wî û keda wî baş nas dikin. 

Profesor Şekroyê Xudo jî ji bo vê pirtûkê pêşgotinek nivîsîye. Di vê pêşgotinê de jî tiştên ku di pirtûkê de nehatine gotin û pêvajoya piştî çapkirina pirtûkê hatine vegotin ku ev jî pirtûkê ji alîyekî din ve temam dike û dike ku xwîner pirtûkê û xebata ku jê re bûye bingeh baştir têbigihîje

Der heqê Kurdên Kafkasyayê de gelek lêkolîn hatine kirin, tên kirin û gelek agahî jî hîna nû dertên holê. Bêguman rewşa kurdên Kafkasyayê li her welatî (komarên berê) cuda ye. Der heqê hinekan de gelek agahî hene û der heqê hinekan de jî zêdetir gotegot. Ev berhem ne li gor gotegotan lê rasterast li ser bingeha çavdêrî û xebateke qadê ya şênber hatiye amadekirin. Ev yek jî girîngîya berhemê zêde dike.

Di pirtûkê de rewşa Kurdên Azirbêcanê ji gelek alîyan ve hatiye nirxandin û agahî hatine dayîn. Kurdên Azirbêcanê kî ne, ji ku hatine, li ku dimînin, bi çi karî re mijûl dibin, têkilîyên wan ên bi derdora wan re û gelek agahîyên din hûn ê di vê pirtûkê de bibînin. Em bawer in dê bi xwendina vê pirtûkê wêneyekî nû yê Kurdên azirbêcanê û Kurdên Kafkasyayê di hişê we de pêk bê.

Alîyekî vê pirtûkê yê balkêş jî ew e ku tenê qala kurdan nake, di heman demê de der barê nêrîn û polîtîkayên Sovyetê yên giştî û yên komaran de jî agahîyan dide. Mirov bi hêsanî dikare nêrîn û nêzîkahîyên wan ên li bûyerên serdemê jî fam bike. Pirtûk bi rûpelên xwe hindik e lê kêmasîyeke girîng ji holê radike û valahîyekê dadigire

 
Yayınevi : Lîs Yayınları
Sayfa Sayısı : 119
ISBN : 978-605-81408-2-0
Çevirmen : Ji Rûsî: Têmûrê Xelîl
Dil : Kürtçe (Kurmancî)
_FirstCommentWarning_
_FeedInfo_
Çok iyi
HUSAMETTİN Kıran | 26/01/2026
Hızlı ve güvenilir ♥️
R... K... | 24/01/2026
Teslîmatê wê pir xweş e bi rastî, min çend çar kitêb stand, gelek keyfxweş im
H... D... | 09/01/2026
Sitede istediğimi kolayca bulabiliyorum hızlı ve güvenilir spas
Türkmenler mahallesi çöl geçidi no 86 kat2 Şahinbey Gaziantep Gün | 06/01/2026
Serkefitn dixwazim. Spas dikim
H... D... | 23/12/2025
Çok iyi
Nazlı Yılmaz | 28/11/2025
Hizli donuşler ve guvenirlik oldukça iyi
Fatma Özkan | 27/11/2025
sitenizi yeni gördüm baya işime yarayak ürünler var.
M... .... | 21/11/2025
Güzel
B... G... | 18/10/2025
Gayet güzel sorunsuz işkeyen bir sistem
Zübeyir Kaya | 17/10/2025
Kurdên Azirbêcan Pirtûkeke balkêş û belgeyeke dîrokî. Ev pirtûk ji nûsafa lijneya lêkolînê ya ku di sala 1931’an de hatiye peywirdarkirin, pêk tê. A. Bukşpan bi xwe serokê vê komîsyonê bûye. Nûsaf piştî ku hatiye temamkirin di sala 1932’yan de wek pirtûk hatiye çapkirin. Nivîskarê pirtûkê di pêşgotina xwe de der heqê pêvajoya xebata lijneyê de agahî daye. Yek ji endamên lijneyê jî Îsahak Morogûlov e ku kesên têkildarî xebatên zimanê kurdî wî û keda wî baş nas dikin. Profesor Şekroyê Xudo jî ji bo vê pirtûkê pêşgotinek nivîsîye. Di vê pêşgotinê de jî tiştên ku di pirtûkê de nehatine gotin û pêvajoya piştî çapkirina pirtûkê hatine vegotin ku ev jî pirtûkê ji alîyekî din ve temam dike û dike ku xwîner pirtûkê û xebata ku jê re bûye bingeh baştir têbigihîjeDer heqê Kurdên Kafkasyayê de gelek lêkolîn hatine kirin, tên kirin û gelek agahî jî hîna nû dertên holê. Bêguman rewşa kurdên Kafkasyayê li her welatî (komarên berê) cuda ye. Der heqê hinekan de gelek agahî hene û der heqê hinekan de jî zêdetir gotegot. Ev berhem ne li gor gotegotan lê rasterast li ser bingeha çavdêrî û xebateke qadê ya şênber hatiye amadekirin. Ev yek jî girîngîya berhemê zêde dike.Di pirtûkê de rewşa Kurdên Azirbêcanê ji gelek alîyan ve hatiye nirxandin û agahî hatine dayîn. Kurdên Azirbêcanê kî ne, ji ku hatine, li ku dimînin, bi çi karî re mijûl dibin, têkilîyên wan ên bi derdora wan re û gelek agahîyên din hûn ê di vê pirtûkê de bibînin. Em bawer in dê bi xwendina vê pirtûkê wêneyekî nû yê Kurdên azirbêcanê û Kurdên Kafkasyayê di hişê we de pêk bê.Alîyekî vê pirtûkê yê balkêş jî ew e ku tenê qala kurdan nake, di heman demê de der barê nêrîn û polîtîkayên Sovyetê yên giştî û yên komaran de jî agahîyan dide. Mirov bi hêsanî dikare nêrîn û nêzîkahîyên wan ên li bûyerên serdemê jî fam bike. Pirtûk bi rûpelên xwe hindik e lê kêmasîyeke girîng ji holê radike û valahîyekê dadigire LS0414
Kurdên Azirbêcan

_Recommend_

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.