Kurdistan û Kurd – Lêkolîneke Siyasî û Aborî

Kurdistan û Kurd – Lêkolîneke Siyasî û Aborî

(0) Şîrove - 0 Pûan
_StockAmount_
97 _Piece_
_StockCode_
LS0098
Rewşa Stokê
Di Stokê De Heye
_Price_
12,48 USD + _Tax_
%15 Daxistin
12,48 USD
10,61 USD
  • Werger: Ziya Avci
  • Kurdistan û Kurd – Lêkolîneke Siyasî û Aborî, heştemîn pirtûka Lîsê ya rêza bi navê Lêkolînên Kurdewar, li ser rewşa Kurdan a siyasî û aboriya Kurdistanê ya beriya sala 1965’an e, ku di vî warî de çavkaniyeke serekî ye.  

    Çîroka çapbûna Kurdistan û Kurd – Lêkolîneke Siyasî û Aborî dûr û dirêj e, ku nivîskar Qasimlo bi xwe dibêje, “Min bi pêşniyarkirina hevalekî, di sala 1957’an de dest bi nivîsîna pirtûkê kir û pirtûk di sala 1962’yan de ji bo çapê amade bû.” Tê zanîn ku pirtûk cara pêşîn bi Çekî hatiye nivîsîn, lê çapa wê ya yekemîn bi Slovakî di sala 1964’an de derçûye. Paşê li Pragê û li Londonê du çapên pirtûkê yên bi Îngilîzî derçûne. Çapa pirtûkê ya bi ‘Erebî cara pêşîn ji ber çapa wê ya bi Îngilîzî derketiye. Bi dû re, pirtûk di sal û deverên cuda de bi gelek zimanên wek Polonî, ‘Erebî, Îngilîzî, Tirkî, Kurdî (bi Kurmancî û Soranî) çap bûye.

    Nivîskar Qasimlo bi hûrgilî li ser rewşa aborî û siyasî ya her parçeyekî Kurdistanê rawestiyaye û daneyên balkêş pêş me kirine. Dema ku mirov berhemê dixwîne, ji ber hînbûna tiştên gelekî balkêş û girîng kelecan li mirov radibe. Nivîskar mijarên wekî çem, deryaçe, daristanên û xwezaya Kurdistanê, serjimar, dîn, ziman û wêje, xwendina Kurdan, dîroka Kurdistanê ya kevn û nêzîk, dabeşbûna Kurdistanê û encamên dabeşbûnê, peywendiyên Kurdan li gel cîranên wan, siyaseta dagirkeran li ser Kurdistanê, têkoşan û serhildanên Kurdan, li her parçeyî, ji her aliyî ve rewşa Kurdan, xwedikirina pez û dewaran, cotkarî, çandinî, li Kurdistanê dîroka milkiyetê, milkiyeta axê, nîvekarî, hilberana pêtrolê û berawirdkirina pêtrola Kurdistanê li gel a welatên cîhanê û gelek babetên din têr û tijî û bi hûrgilî rave dike û heldisengîne.

    Pirtûk, li ser aborî û rewşa siyasî ya Kurdistanê be jî, di beşa pêşîn de behsa erdnîgarî, dîn, ziman û wêje û dîroka Kurdistanê dike. Di behsa dîroka Kurdistanê de, ji aliyê aborî û siyasî ve gelek daneyên balkêş hene. Nivîskar di vê beşê de bi gelemperî li ser dabeşbûna Kurdistanê û rewşa van parçeyan rawestiyaye. Wekî din, di vê beşê de, bi behsa gelek bûyer û mijarên curecur re, behsa serhildan û bizavên Kurdan ên wê demê dike û li ser sedem û armancên wan radiweste. Beşa duyemîn bi hûrgilî behsa aboriya Kurdistanê û çavkaniyên wê yên li ser û binê erdê (bi taybetî jî behsa pêtrolê) dike. Dîsa di vê beşê de yeko yeko, li kîjan parçeyê Kurdistanê rewşa aborî û civakî çawa ye, vedibêje. Beşa sêyemîn a pirtûkê li jêr serenavên wekî Karakterê Taybetî yê Meseleya KurdRewşa Niha ya KurdanCihêbûnên Neteweyî yên KurdanKarakterê Xebata Rizgarîxwaziyê ya Gelê Kurd û Mafê Qedera Xwe Bi Xwe Tayînkirina Neteweyan behsa Pirsa Kurd dike.

Yayınevi : Lîs Yayınları
Sayfa Sayısı : 293
Çevirmen : Ziya Avcı
Dil : Türkçe
_FirstCommentWarning_
_FeedInfo_
Çok iyi
HUSAMETTİN Kıran | 26/01/2026
Hızlı ve güvenilir ♥️
R... K... | 24/01/2026
Teslîmatê wê pir xweş e bi rastî, min çend çar kitêb stand, gelek keyfxweş im
H... D... | 09/01/2026
Sitede istediğimi kolayca bulabiliyorum hızlı ve güvenilir spas
Türkmenler mahallesi çöl geçidi no 86 kat2 Şahinbey Gaziantep Gün | 06/01/2026
Serkefitn dixwazim. Spas dikim
H... D... | 23/12/2025
Çok iyi
Nazlı Yılmaz | 28/11/2025
Hizli donuşler ve guvenirlik oldukça iyi
Fatma Özkan | 27/11/2025
sitenizi yeni gördüm baya işime yarayak ürünler var.
M... .... | 21/11/2025
Güzel
B... G... | 18/10/2025
Gayet güzel sorunsuz işkeyen bir sistem
Zübeyir Kaya | 17/10/2025
Kurdistan û Kurd – Lêkolîneke Siyasî û Aborî Werger: Ziya AvciKurdistan û Kurd – Lêkolîneke Siyasî û Aborî, heştemîn pirtûka Lîsê ya rêza bi navê Lêkolînên Kurdewar, li ser rewşa Kurdan a siyasî û aboriya Kurdistanê ya beriya sala 1965’an e, ku di vî warî de çavkaniyeke serekî ye.  Çîroka çapbûna Kurdistan û Kurd – Lêkolîneke Siyasî û Aborî dûr û dirêj e, ku nivîskar Qasimlo bi xwe dibêje, “Min bi pêşniyarkirina hevalekî, di sala 1957’an de dest bi nivîsîna pirtûkê kir û pirtûk di sala 1962’yan de ji bo çapê amade bû.” Tê zanîn ku pirtûk cara pêşîn bi Çekî hatiye nivîsîn, lê çapa wê ya yekemîn bi Slovakî di sala 1964’an de derçûye. Paşê li Pragê û li Londonê du çapên pirtûkê yên bi Îngilîzî derçûne. Çapa pirtûkê ya bi ‘Erebî cara pêşîn ji ber çapa wê ya bi Îngilîzî derketiye. Bi dû re, pirtûk di sal û deverên cuda de bi gelek zimanên wek Polonî, ‘Erebî, Îngilîzî, Tirkî, Kurdî (bi Kurmancî û Soranî) çap bûye.Nivîskar Qasimlo bi hûrgilî li ser rewşa aborî û siyasî ya her parçeyekî Kurdistanê rawestiyaye û daneyên balkêş pêş me kirine. Dema ku mirov berhemê dixwîne, ji ber hînbûna tiştên gelekî balkêş û girîng kelecan li mirov radibe. Nivîskar mijarên wekî çem, deryaçe, daristanên û xwezaya Kurdistanê, serjimar, dîn, ziman û wêje, xwendina Kurdan, dîroka Kurdistanê ya kevn û nêzîk, dabeşbûna Kurdistanê û encamên dabeşbûnê, peywendiyên Kurdan li gel cîranên wan, siyaseta dagirkeran li ser Kurdistanê, têkoşan û serhildanên Kurdan, li her parçeyî, ji her aliyî ve rewşa Kurdan, xwedikirina pez û dewaran, cotkarî, çandinî, li Kurdistanê dîroka milkiyetê, milkiyeta axê, nîvekarî, hilberana pêtrolê û berawirdkirina pêtrola Kurdistanê li gel a welatên cîhanê û gelek babetên din têr û tijî û bi hûrgilî rave dike û heldisengîne.Pirtûk, li ser aborî û rewşa siyasî ya Kurdistanê be jî, di beşa pêşîn de behsa erdnîgarî, dîn, ziman û wêje û dîroka Kurdistanê dike. Di behsa dîroka Kurdistanê de, ji aliyê aborî û siyasî ve gelek daneyên balkêş hene. Nivîskar di vê beşê de bi gelemperî li ser dabeşbûna Kurdistanê û rewşa van parçeyan rawestiyaye. Wekî din, di vê beşê de, bi behsa gelek bûyer û mijarên curecur re, behsa serhildan û bizavên Kurdan ên wê demê dike û li ser sedem û armancên wan radiweste. Beşa duyemîn bi hûrgilî behsa aboriya Kurdistanê û çavkaniyên wê yên li ser û binê erdê (bi taybetî jî behsa pêtrolê) dike. Dîsa di vê beşê de yeko yeko, li kîjan parçeyê Kurdistanê rewşa aborî û civakî çawa ye, vedibêje. Beşa sêyemîn a pirtûkê li jêr serenavên wekî Karakterê Taybetî yê Meseleya Kurd, Rewşa Niha ya Kurdan, Cihêbûnên Neteweyî yên Kurdan, Karakterê Xebata Rizgarîxwaziyê ya Gelê Kurd û Mafê Qedera Xwe Bi Xwe Tayînkirina Neteweyan behsa Pirsa Kurd dike. LS0098
Kurdistan û Kurd – Lêkolîneke Siyasî û Aborî

_Recommend_

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.