Kurê Dilegurê

Kurê Dilegurê

(0) Şîrove - 0 Pûan
Yazar
Stok Adedi
94 Adet
Stok Kodu
NA0238
Rewşa Stokê
Di Stokê De Heye
Basım Yılı
2025
Sayfa Sayısı
264
ISBN
9786256678514
Dil
Kürtçe (kurmanci)
Fiyat
9,97 USD + KDV
%20 Daxistin
9,97 USD
7,97 USD

Ev çîrok, bi destpêkirina koçberîya eşîra Xelikan, dîrok, çand û serpêhatîyên kurdên ketine nav axa Anadolîyê vedibêje. Ji germa Çukurovayê heta hişkesalîya Konyayê, ji çiyayan heta deştan, ji Enqereyê heta Selanîkê çîroka şivanekî şervan û bilûrvan dide ber xwe, carinan bi çîrokbêjîya kurdên Anadolîya navîn, carinan bi dengbêjî û  helbestavanîya wan a xwezayî bûyeran vedigerîne metneke edebî.

Hilweşîna desthilatdarîya Osmanî, avabûna Tirkiyeyê, salên avabûn û xirabûna bajar û dewlet û gelan e. Lê ji bo hin kesan tiştek neguherîye, ji her derdê netew û dewletên demê dûr, jiyana xwe çawa bi hezar salan meşandibin wisa dimeşînin. Lê dinya hemî di şer de ye û hesabên mezin tên kirin, lew şivanê kurd Qelê, di nîvê şer de bi xurtî dibin leşkerîyê. Ne nasnameya wî heye û ne jî ziman dizane.

Evîn dema vegere hesretê, gumanên kûr bi xwe re tîne… mirov carinan ji tirsan li penagehên xelet digere, lê nizane. Çarenûs carinan xîyanetê bi navê xilasbûnê dike çareya yekane.

Ev roman ne tenê behsa çîroka hatina kurdan bi axa Anadolîyê dike, herwiha behsa kesên nehatî dîtîn û çanda gelê hatî jibîrkirin jî dike. Evînên pêkan û nepêkan li hev dipêçe, nîşan dide ka çawa hêza evînê zorê dide bawerî û çandên hezarsalî û berê wan diguherîne.

Di Kurê Dêlegurê de, Yusuf Kaynak bi çîroka şivanekî xizan qala şikestina gelek kes û eşîr û gel û desthilatîyan dike. Dîroka şer û rewşa giran a demê, bi çîroka evîndaran ve girê dide û bi serpêhatîya şivanê evîndar û dildara wî, dixwaze çîroka yek ji wan hezaran kesên bêdeng hatin û çûn ragihîne.

Yayınevi : NA YAYINLARI
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Güzel
H... Ç... | 02/10/2026
İyidir
Adem Aydoğan | 13/09/2026
Çok başarılı.
Adil Şen | 11/09/2026
Güzel
Ahmet Arslan | 08/08/2026
Çok memnun kaldım her zaman alisverisime devam edecegiz
Zeynep Dikişçi | 25/07/2026
Spas
Şiyar Yakut | 02/07/2026
Sorunsuz
Fikret Corumlu | 23/06/2026
Ew pir xweşik bûn û pir baş xuya dikirin.
Spas ji bo hewildanên we
Fehmi Duman | 16/06/2026
Gelek baş bû mala pirtûka kurdî ava
HÜSEYİN BARAN DAĞ | 13/06/2026
Pirtukakurdi verdiği özen hiçbir alışveriş sitesi vermiyor helal olsun size tebrik ediyorum.
Erdoğan Demir | 21/05/2026
Kurê Dilegurê Kurê Dilegurê,Yusuf Kaynak,na yayınları,9786256678514 NA0238
Kurê Dilegurê

Tavsiye Et

*
*
*
ideasoft e-ticaret paketleri ile hazırlandı.