Berhemên mayî: 0
Psychology Kurdî - 4

Psychology Kurdî - 4

(0) Şîrove - 0 Pûan
Stok Adedi
0 Adet
Stok Kodu
PS004
Rewşa Stokê
Di Stokê De Nîn e
Fiyat
4,48 USD + KDV
%0 Daxistin
4,48 USD

Prof. Dr. Jan Îlhan KIZILHAN bi nivîsa xwe ya “Pêwistiya Çareseriya Dîrokî û Derûniya Trawmayê” bi zimanekî zanistî û lêkolînan li ser şidet, trawma, trawmaya nifşî, takekesî û ya hevpar radiweste. Doç. Alk. Dr. Duygu CANTEKİN bi nivîsa xwe ya “Tendirustiya Derûnî ya Penaberên Sûrî”yê cih dide lêkolîna xwe ya ku li ser tendirustiya derûnî ya penaberên Sûrî yên li Tirkiyê û agahiyên derbarê van penaberan de bi me re parve dike. Vecdi DEMİR bi nivîsa xwe ya “Li ser Tepisandinê” nasîna tepisandinê dike û bi çavekî derûnkolînerî li ser temsîlên tepisandinê, pêvajo û qonaxên wê radiweste. Derûnnas Mihemed Elî ALÛCÎ bi nivîsa xwe ya “Bi Çavekî Derûnkolînerî 'Xwe'bûn û Nasname”yê avakirina nasname û ‘xwe’bûnê rave dike û pirsgirêkên wê bi nêrîneke derûnkolînerî bi xwendevanan re parve dike. Bi nivîskar, zimanzan û lêkoler Deham EBDULFETTAH re me hevpeyvîneke balkêş li dar xist. Di vê hevpeyvînê de em li ser girîngiya zimanê bavûkalan, derûnî û rola zimên rawestiyan. Luqman GULDIVÊ bi nivîsa xwe ya “Helwêsta Beramberî Ziman û Tecrûbeyên Erênî” behsa xweza û guhestina zimên û helwêsta beramberî zimên dike û girîngiya zimanê dayîkê ji xwendevanan re rave dike. Derûnnas Darius WINZER bi nivîsa xwe ya “Li Ser Zimanê Zikmakî” behsa lêkolînên ku li ser zimanê dayîkê hatine kirin dike û rola zimanê zikmakî bi xwendevanan re parve dike. Derûnbijîşk Dr. Azad DILDAR bi nivîsa xwe ya “Zarokên Bêziman” pênaseya zimên vedibêje û pêşketina zimanê zarokên pêşdibistan û dibistanê, bandorên nêyînî yên perwerdehiya ne bi zimanê dayikê, duzimanî û nîvzimaniyê bi me dide nasîn. Mamosteyê perwerdehiya taybet Wehab ŞEHÎN bi nivîsa xwe ya “Girîngiya Perwerdehî û Hîndekariyê ji bo Astengdaran” armanc û girîngiya perwerdehiyê ji bo kesên astengdar bi xwendevanan re parve dike. Prof. Dr. Cem KAPTANOĞLU bi hevpeyvîneke têr û tijî ya li ser “Derûndermaniya Alîkar” bi me re ye. Derûnnas Samed DOĞAN bi nivîsa xwe ya “Depresyon”ê sedemên depresyonê, nîşêt, vexuyanî û cureyên wê û dermankirina wê ji xwendevanan re dide nasîn. Xwendekara Beşa Derûnnasiyê Jiyan AY bi nivîsa xwe ya “Ceribandina Milgram”ê behsa rê û rêbazên ceribandina Milgram dike û hêza rewşê ya li ser reftariyan vedibêje. Derûnnasê Klinîkî û Terapîstê Zayendî Murat CAYMAZ bi nivîsa xwe ya “Jiyana Zayendî û Mafên Zayendî”yê behsa tendirustî û mijara zayendî, têkiliyên zayendî û danezana mafên zayendî dike. Ji bilî van nivîs û nivîskarên hêja, di vê hejmarê de danasîna kurte-fîlmê derhênêr Kadir EMAN û Velit ATAKLI ê bi navê “Baskên Şikestî” jî em bi we re parve dikin ku ev kurte-fîlm di hêla peyamên civakî û hezkirina ajalan û kesayetiya mirovan de pir bi angaşt e

Sayfa Sayısı : 72
Basım Yılı : 2017
Dil : Kürtçe (Kurmancî)
Dergi : Psychology Kurdî
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Spas
Şiyar Yakut | 02/07/2026
Sorunsuz
Fikret Corumlu | 23/06/2026
Ew pir xweşik bûn û pir baş xuya dikirin.
Spas ji bo hewildanên we
Fehmi Duman | 16/06/2026
Gelek baş bû mala pirtûka kurdî ava
HÜSEYİN BARAN DAĞ | 13/06/2026
Pirtukakurdi verdiği özen hiçbir alışveriş sitesi vermiyor helal olsun size tebrik ediyorum.
Erdoğan Demir | 21/05/2026
Gayet başarılı ve hızlı
Zelal Şan | 26/04/2026
Çok güzel
A... A... | 29/03/2026
Çok iyiydi. Zamanında güzel paketlenmiş şekilde geldi.
Ayhan Haman | 10/03/2026
Çok iyi
HUSAMETTİN Kıran | 26/01/2026
Hızlı ve güvenilir ♥️
R... K... | 24/01/2026
Psychology Kurdî - 4 Prof. Dr. Jan Îlhan KIZILHAN bi nivîsa xwe ya “Pêwistiya Çareseriya Dîrokî û Derûniya Trawmayê” bi zimanekî zanistî û lêkolînan li ser şidet, trawma, trawmaya nifşî, takekesî û ya hevpar radiweste. Doç. Alk. Dr. Duygu CANTEKİN bi nivîsa xwe ya “Tendirustiya Derûnî ya Penaberên Sûrî”yê cih dide lêkolîna xwe ya ku li ser tendirustiya derûnî ya penaberên Sûrî yên li Tirkiyê û agahiyên derbarê van penaberan de bi me re parve dike. Vecdi DEMİR bi nivîsa xwe ya “Li ser Tepisandinê” nasîna tepisandinê dike û bi çavekî derûnkolînerî li ser temsîlên tepisandinê, pêvajo û qonaxên wê radiweste. Derûnnas Mihemed Elî ALÛCÎ bi nivîsa xwe ya “Bi Çavekî Derûnkolînerî 'Xwe'bûn û Nasname”yê avakirina nasname û ‘xwe’bûnê rave dike û pirsgirêkên wê bi nêrîneke derûnkolînerî bi xwendevanan re parve dike. Bi nivîskar, zimanzan û lêkoler Deham EBDULFETTAH re me hevpeyvîneke balkêş li dar xist. Di vê hevpeyvînê de em li ser girîngiya zimanê bavûkalan, derûnî û rola zimên rawestiyan. Luqman GULDIVÊ bi nivîsa xwe ya “Helwêsta Beramberî Ziman û Tecrûbeyên Erênî” behsa xweza û guhestina zimên û helwêsta beramberî zimên dike û girîngiya zimanê dayîkê ji xwendevanan re rave dike. Derûnnas Darius WINZER bi nivîsa xwe ya “Li Ser Zimanê Zikmakî” behsa lêkolînên ku li ser zimanê dayîkê hatine kirin dike û rola zimanê zikmakî bi xwendevanan re parve dike. Derûnbijîşk Dr. Azad DILDAR bi nivîsa xwe ya “Zarokên Bêziman” pênaseya zimên vedibêje û pêşketina zimanê zarokên pêşdibistan û dibistanê, bandorên nêyînî yên perwerdehiya ne bi zimanê dayikê, duzimanî û nîvzimaniyê bi me dide nasîn. Mamosteyê perwerdehiya taybet Wehab ŞEHÎN bi nivîsa xwe ya “Girîngiya Perwerdehî û Hîndekariyê ji bo Astengdaran” armanc û girîngiya perwerdehiyê ji bo kesên astengdar bi xwendevanan re parve dike. Prof. Dr. Cem KAPTANOĞLU bi hevpeyvîneke têr û tijî ya li ser “Derûndermaniya Alîkar” bi me re ye. Derûnnas Samed DOĞAN bi nivîsa xwe ya “Depresyon”ê sedemên depresyonê, nîşêt, vexuyanî û cureyên wê û dermankirina wê ji xwendevanan re dide nasîn. Xwendekara Beşa Derûnnasiyê Jiyan AY bi nivîsa xwe ya “Ceribandina Milgram”ê behsa rê û rêbazên ceribandina Milgram dike û hêza rewşê ya li ser reftariyan vedibêje. Derûnnasê Klinîkî û Terapîstê Zayendî Murat CAYMAZ bi nivîsa xwe ya “Jiyana Zayendî û Mafên Zayendî”yê behsa tendirustî û mijara zayendî, têkiliyên zayendî û danezana mafên zayendî dike. Ji bilî van nivîs û nivîskarên hêja, di vê hejmarê de danasîna kurte-fîlmê derhênêr Kadir EMAN û Velit ATAKLI ê bi navê “Baskên Şikestî” jî em bi we re parve dikin ku ev kurte-fîlm di hêla peyamên civakî û hezkirina ajalan û kesayetiya mirovan de pir bi angaşt e PS004 Psychology Kurdî - 4

Tavsiye Et

*
*
*
ideasoft e-ticaret paketleri ile hazırlandı.