Rêber û Ferhenga Rastnivîsînê Ya Kurdîya Kurmancî

Rêber û Ferhenga Rastnivîsînê Ya Kurdîya Kurmancî

(0) Şîrove - 0 Pûan
Yazar
Stok Adedi
89 Adet
Stok Kodu
MEZOPOTAMYA016
Rewşa Stokê
Di Stokê De Heye
Sayfa Sayısı
200
Basım Yılı
2025
ISBN
9786259733296
Dil
Kürtçe (kurmanci)
Fiyat
13,41 USD + KDV
%20 Daxistin
13,41 USD
10,72 USD

Ji bo standardîzasyona zimanekî, xebatên wekî sazkirina alfabeyê, rêbera rastnivîsînê, ferhenga rastnivîsînê gelekî giring û stratejîk in û kodîfîkasyona zimanî îfade dikin. Ev xebata Emînê Evdalî ku di 1958ê da li Êrîvanê çap kirîye jî ji bo zimanê nivîskî anku standard, kodkirinên zimanî yên fonolojîk, morfolojîk û ferhengî li xwe digire.

Ev xebata ku Erebê Şemo (Ereb Şamîlov) û Hecîyê Cindî redaktorîya wê kirîye, ji alîyê Enstîtuya Tarîxê ya Akademîya Zanistî ya Ermenîstanê (Akadêmîa Ulmî ya R’SS Ermenîê/Înstîtûta Tarîqê) ve hatîye çapkirin. Îro em kêfxweş in ku wê dîsa çap dikin û digihînin ber destê vekoler û xwendevanan. Eslê vê xebatê bi tîpên kîrîlî ye ku tîpguhêzîya (translîterasyon) wê ya latînî ya vê çapê Şêxmûs Ozpolatî kirîye. Ozpolat kedeka baş daye vê xebatê û tîpguhêzî gelekî bi baldarî kirîye. Di tîpguhêzîyê da hinek şaşîyên madî hebûn, lê me dest neda wan û çawa bin me weha hiştin.

Di vê xebata Evdalî da em dikarin bibêjin ku çar beşên sereke hene. Di beşa yekem da rêz û rêçikên fonolojîk, morfolojîk û morfofonolojîk; di beşa duyem da ferhengeka berfireh ya rastnivîsînê anku ferhenga ortografîk, di beşa sêyem da xalbendî û di beşa çarem da jî metnên xwendinê hene. Di beşa çarem da di nav metnên xwendinê da, varyanteka destana Ker û Kulikê hatîye pêşkêşkirin. Di nav van beşan da ya herî berfireh, ya ferhengê ye û nêzî heft hezar bêjeyan li xwe digire.

Elbet ev berhem ji çend alîyan ve giring e. Hem termînolojîya wê demê û taybetmendîyên zimanî, hem dewlemendîya ferhengê û bêjeyên ku kurdan wê demê çêkirine nîşanî me dide. Di vê xebatê da hem tesîra zimanî tirkî û hem jî bêjeyên ku ruhê wê demê temsîl dikin gelek in. Bi giştî xebata Evdalî bi devoka Serhedê ya jorîn, exlebî ya bajarê Qersê ye, hingî ev dever qasî 40 salan (1878-1917) di bin Împeratorîya Rûsyayê da maye û ew mawe jî beramberî 2-3 nifşan e û ji rûsî gelek peyv wergirtine. Hem di asta rêzimanê da hem jî di xezîneya bêjeyan da bi giştî tesîreka xurt ya rûsî û ruhê sovyetîk rengvedana xwe daye berhemê.

Yayınevi : Mezopotamya Vakfı Yayınları
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Spas
Şiyar Yakut | 02/07/2026
Sorunsuz
Fikret Corumlu | 23/06/2026
Ew pir xweşik bûn û pir baş xuya dikirin.
Spas ji bo hewildanên we
Fehmi Duman | 16/06/2026
Gelek baş bû mala pirtûka kurdî ava
HÜSEYİN BARAN DAĞ | 13/06/2026
Pirtukakurdi verdiği özen hiçbir alışveriş sitesi vermiyor helal olsun size tebrik ediyorum.
Erdoğan Demir | 21/05/2026
Gayet başarılı ve hızlı
Zelal Şan | 26/04/2026
Çok güzel
A... A... | 29/03/2026
Çok iyiydi. Zamanında güzel paketlenmiş şekilde geldi.
Ayhan Haman | 10/03/2026
Çok iyi
HUSAMETTİN Kıran | 26/01/2026
Hızlı ve güvenilir ♥️
R... K... | 24/01/2026
Rêber û Ferhenga Rastnivîsînê Ya Kurdîya Kurmancî Rêber û Ferhenga Rastnivîsînê Ya Kurdîya Kurmancî,mezopotamya vakfı yayınları,Emînê Evdal,9786259733296 MEZOPOTAMYA016
Rêber û Ferhenga Rastnivîsînê Ya Kurdîya Kurmancî

Tavsiye Et

*
*
*
ideasoft e-ticaret paketleri ile hazırlandı.