Serdema Qazîmazî

Serdema Qazîmazî

(0) Şîrove - 0 Pûan
_Brand_
_StockAmount_
100 _Piece_
_StockCode_
SAR009
Rewşa Stokê
Di Stokê De Heye
Sayfa Sayısı
110
Basım Yılı
2025
ISBN
9786256271777
Dil
Kürtçe (kurmanci)
_Price_
8,33 USD + _Tax_
%20 Daxistin
8,33 USD
6,67 USD

Dipesh Chakrabarty têgeheke bi navê "odeya bendemenê ya Dîrokê" li ferhenga zanista siyasetê, nemaze jî li ya dijkolonyal zêde kiriye. Li gor wî Dîroka pêşveçûner a navend-Rojavayî şopa gelên paşvemayî wiha dîyar dike ku ew gelên hanê gavên pêşveçûna Rojava bişopînin. Rojava di çi merhaleyan de derbas bûbe lazim e ew jî ji wan derbas bibin. Lê li gor Chakrabarty ev pênaseya Dîrokê, odeyeke bendamanê ye. Lewra Rojava her bi pêşve biçe, Rojhilat her li paş hatiye sabitkirin. 

Di çîroka "Tirênek û sê welat" de serkirdeyê çîrokê li Surîyeyê li benda tirêna Azadiyê ye lê belê li gor gotina Kalo ji bo hatina wê tirênê hîn gelek zû ye, dibe ku bi salan jî neyê. Lê belê serkirdeyê çîrokê her li dû wê azadiyê ye, ber bi welatên şarezatir ve diçe ku xwe bigihine tirênê. Vê carê li Tirkiyeyê ye. Bi teşqele ji sînor derbas dibe diçe rawestgeha tirênê. Kalo dîsa li wê derê ye. Li ser pirsa wî Kalo jê re zelal dike: "Ew tirên li vî welatî kar nake, xerab bûye. Hin dixwazin çêkin û hin jî naxwazin. Her du alî li ber hev didin." Bi rastî jî çîroka rojavayîbûna Tirkiyeyê eyn wiha xerabûyî ye, di navbera kemalîst û îslamîstan de her diçe û tê. Derba sisêyan li Almanyayê diceribîne. Lê Kalo vê carê jî jê re eşkere dike ku ew dereng maye û tirên ji zû de derbas bûye. Em têgihijin ku di vir alegorîyeke polîtîk heye ku ew rawestgeh eyn wek odeya bendamenê ya Dîrokê ye: dema mirov li welatê xwe li bendê be ji hatina wê re gelek dem divên, lê mirov here welatên Rojava jî tirên ji zûde ye çûye.

Ji bo redkirin, hilweşandin û reva ji wê odeyê alavên ciwankarî yên hunerê jî gelek in. Di repertuwara van çîrokên li ber dest de car bi car xwerû polîtîk bibe jî jê zêdetir mîzah, îronî, hêma û pişkên realîzma efsunî ew alav in. Lê nivîskar van alavan ne ji bo kolandina tûneleke revê ji hepsa bendemanê, lê belê mîna wan peykerên ku xwe ji zinarên xwe teraş bike, ew jî bi hilweşandina dîwarên wê odeyê re fîgûra vegotina xwe derdixe holê.

 

Ferzan Şêr

Yayınevi : Sar Yayınları
_FirstCommentWarning_
_FeedInfo_
Çok güzel
A... ... | 29/03/2026
Çok iyiydi. Zamanında güzel paketlenmiş şekilde geldi.
Ayhan Haman | 10/03/2026
Çok iyi
HUSAMETTİN Kıran | 26/01/2026
Hızlı ve güvenilir ♥️
R... K... | 24/01/2026
Teslîmatê wê pir xweş e bi rastî, min çend çar kitêb stand, gelek keyfxweş im
H... D... | 09/01/2026
Sitede istediğimi kolayca bulabiliyorum hızlı ve güvenilir spas
Türkmenler mahallesi çöl geçidi no 86 kat2 Şahinbey Gaziantep Gün | 06/01/2026
Serkefitn dixwazim. Spas dikim
H... D... | 23/12/2025
Çok iyi
Nazlı Yılmaz | 28/11/2025
Hizli donuşler ve guvenirlik oldukça iyi
Fatma Özkan | 27/11/2025
sitenizi yeni gördüm baya işime yarayak ürünler var.
M... .... | 21/11/2025
Serdema Qazîmazî Serdema Qazîmazî,Helîm Yûsiv,pirtuken Helîm Yûsiv,sar yayınları,helim yusiv,9786256271777 SAR009
Serdema Qazîmazî

_Recommend_

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.