Tuhfetul Muslimîn Xelata Muslimanan

Tuhfetul Muslimîn Xelata Muslimanan

(0) Şîrove - 0 Pûan
Stok Adedi
99 Adet
Stok Kodu
NUBIHAR0359
Rewşa Stokê
Di Stokê De Heye
Fiyat
15,75 USD + KDV
%27 Daxistin
15,75 USD
11,50 USD

Şêx Hesenê Şêx Yasîn yek ji wan alimên me yên hêja ye ku di sedsalên 19 û 20an de

jiyaye. Digel ku di dema xwe de kitêbek berfireh di mijara fiqhê de nivîsandiye jî ji ber ku ev

xebata wî heta niha nehatiye çapkirin û belav nebûye, mixabin di derdoreke fireh de, di nav

ehlê medreseyê de û di nav xebatên Kurdolojiyê de behsa navê wî û navê kitêba wî nebûye…

Kitêba Tuhfetul-Muslimîn ji bo nesra Kurmancî pirr girîng e. Ji ber vê em gelek bextewar

in ku ev xebata gelek hêja wenda nebû û me gihande xwendevanên hêja.

Li gor nasnameya wî ya fermî, Şêx Hesenê Şêx Yasîn di 1311 rûmî (1895 mîladî) de ji

dayik bûye. Li gor agahiyên malbatê, ev tarîx ne durist e; ji ber ku dibêjin: Şêx, di ser sed salî

re umir kiriye. Lê gorî wan: Çend qern berê, kalanên wî, ji Cizîra Botan ber bi Bakur (Bazîd)

ve çûne. Tam yeqîneyek tunebe jî, li gor gotinên malbatê îhtimala herî xurt ew li gundê Hecî

Hesen yê li ser Makûyê hatiye dinê. Jixwe tirba bavê wî Şêx Yasîn jî li Rojhilatê Kurdistanê

ye.

Kitêba Tuhfetul-Muslimîn ji çar berheman pêk hatiye; ew jî ev in:

• Eqîdetul-Îman (Eqîdename)

• Erbe‘în (Çil Hedîs)

• Fiqih (Kitêba Şerî‘etê)

• Tecwîd.

Ji van her çar berheman, berhema herî berfireh, a fiqhê ye.

Mijarên sereke yên ku di Tuhfetul-Muslimînê de diborin jî 18 heb in; ew jî ev in: “Beşa

Paqijiyê, Beşa Nimêjê, Beşa Zekatê, Beşa Rojiyê, Beşa Hecê, Beşa Tîcaretê, Beşa Mîrasê,

Beşa Nîkahê, Beşa ‘Iddetê, Beşa Cînayetan, Beşa Cîhadê, Beşa Nêçîr û Serjêkirinê, Beşa

Qurbanê, Beşa Xwarinan, Beşa Qaziyan, Beşa Şahidiyê, Beşa De’we û Delîlan, Beşa

Azadkirina Koleyan.”

Di bin van 18 serbeşên jorîn de, gelek babetên (feslên) din jî hene.

Tuhfetul-Muslimîn, kitêbeka fiqhê ye. Rêz û tertîba wê jî eynê wekî kitêbên klasîk yên

fiqha Şafi‘î ne. Jixwe çavkaniyên Şêx Hesen jî bi pirranî kitêbên Şafi‘iyan yên klasîk in.

Şêx Hesen, ji kîjan çavkaniyê îstifade kiribe, li dawiya paragrafê navê çavkaniyê û

numreya rûpelê wê qeyd kiriye. Ev yeka jî, kitêba wî bêtir dîsîplîne û qedirbulind kiriye.

Şêx Hesen metodeke ilmî taqîb kiriye; fikrê xwe bêyî delîl û çavkanî ranegihandiye. Wî

digel Ayetên Qur’anê û Hedîsên Hz. Muhemmed, ji van çavkaniyana îstifade kiriye: Mînhac,

Αanetut-Talibîn, Bacûrî, Enwar, El-Haşiye ‘Elel-Αane, Haşiyet ‘Elel-Mehellî, Fethul-Mu‘în,

Fethul- Qerîb, Haşiyetil-Kumesra, Kitêba Mîzana Şe‘ranî, Kumesra, Îbn Qasim, Mehellî,

Sîracul-Wehhac, Şerhul-Qerîn û Hacî Îbrahîm.

Yayınevi : Nubihar Yayınları
Sayfa Sayısı : 672
Basım Yılı : 2020
ISBN : 978-605-9413-72-5
Dil : Kürtçe (Kurmancî)
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
İyidir
Adem Aydoğan | 13/09/2026
Çok başarılı.
Adil Şen | 11/09/2026
Güzel
Ahmet Arslan | 08/08/2026
Çok memnun kaldım her zaman alisverisime devam edecegiz
Zeynep Dikişçi | 25/07/2026
Spas
Şiyar Yakut | 02/07/2026
Sorunsuz
Fikret Corumlu | 23/06/2026
Ew pir xweşik bûn û pir baş xuya dikirin.
Spas ji bo hewildanên we
Fehmi Duman | 16/06/2026
Gelek baş bû mala pirtûka kurdî ava
HÜSEYİN BARAN DAĞ | 13/06/2026
Pirtukakurdi verdiği özen hiçbir alışveriş sitesi vermiyor helal olsun size tebrik ediyorum.
Erdoğan Demir | 21/05/2026
Gayet başarılı ve hızlı
Zelal Şan | 26/04/2026
Tuhfetul Muslimîn Xelata Muslimanan Şêx Hesenê Şêx Yasîn yek ji wan alimên me yên hêja ye ku di sedsalên 19 û 20an dejiyaye. Digel ku di dema xwe de kitêbek berfireh di mijara fiqhê de nivîsandiye jî ji ber ku evxebata wî heta niha nehatiye çapkirin û belav nebûye, mixabin di derdoreke fireh de, di navehlê medreseyê de û di nav xebatên Kurdolojiyê de behsa navê wî û navê kitêba wî nebûye…Kitêba Tuhfetul-Muslimîn ji bo nesra Kurmancî pirr girîng e. Ji ber vê em gelek bextewarin ku ev xebata gelek hêja wenda nebû û me gihande xwendevanên hêja.Li gor nasnameya wî ya fermî, Şêx Hesenê Şêx Yasîn di 1311 rûmî (1895 mîladî) de jidayik bûye. Li gor agahiyên malbatê, ev tarîx ne durist e; ji ber ku dibêjin: Şêx, di ser sed salîre umir kiriye. Lê gorî wan: Çend qern berê, kalanên wî, ji Cizîra Botan ber bi Bakur (Bazîd)ve çûne. Tam yeqîneyek tunebe jî, li gor gotinên malbatê îhtimala herî xurt ew li gundê HecîHesen yê li ser Makûyê hatiye dinê. Jixwe tirba bavê wî Şêx Yasîn jî li Rojhilatê Kurdistanêye.Kitêba Tuhfetul-Muslimîn ji çar berheman pêk hatiye; ew jî ev in:• Eqîdetul-Îman (Eqîdename)• Erbe‘în (Çil Hedîs)• Fiqih (Kitêba Şerî‘etê)• Tecwîd.Ji van her çar berheman, berhema herî berfireh, a fiqhê ye.Mijarên sereke yên ku di Tuhfetul-Muslimînê de diborin jî 18 heb in; ew jî ev in: “BeşaPaqijiyê, Beşa Nimêjê, Beşa Zekatê, Beşa Rojiyê, Beşa Hecê, Beşa Tîcaretê, Beşa Mîrasê,Beşa Nîkahê, Beşa ‘Iddetê, Beşa Cînayetan, Beşa Cîhadê, Beşa Nêçîr û Serjêkirinê, BeşaQurbanê, Beşa Xwarinan, Beşa Qaziyan, Beşa Şahidiyê, Beşa De’we û Delîlan, BeşaAzadkirina Koleyan.”Di bin van 18 serbeşên jorîn de, gelek babetên (feslên) din jî hene.Tuhfetul-Muslimîn, kitêbeka fiqhê ye. Rêz û tertîba wê jî eynê wekî kitêbên klasîk yênfiqha Şafi‘î ne. Jixwe çavkaniyên Şêx Hesen jî bi pirranî kitêbên Şafi‘iyan yên klasîk in.Şêx Hesen, ji kîjan çavkaniyê îstifade kiribe, li dawiya paragrafê navê çavkaniyê ûnumreya rûpelê wê qeyd kiriye. Ev yeka jî, kitêba wî bêtir dîsîplîne û qedirbulind kiriye.Şêx Hesen metodeke ilmî taqîb kiriye; fikrê xwe bêyî delîl û çavkanî ranegihandiye. Wîdigel Ayetên Qur’anê û Hedîsên Hz. Muhemmed, ji van çavkaniyana îstifade kiriye: Mînhac,Αanetut-Talibîn, Bacûrî, Enwar, El-Haşiye ‘Elel-Αane, Haşiyet ‘Elel-Mehellî, Fethul-Mu‘în,Fethul- Qerîb, Haşiyetil-Kumesra, Kitêba Mîzana Şe‘ranî, Kumesra, Îbn Qasim, Mehellî,Sîracul-Wehhac, Şerhul-Qerîn û Hacî Îbrahîm. NUBIHAR0359
Tuhfetul Muslimîn Xelata Muslimanan

Tavsiye Et

*
*
*
ideasoft e-ticaret paketleri ile hazırlandı.