
Zend 25 - Bihar 2017
Di vê hejmara Zendê de dîsa gelek gotarên akademîk ên der barê ziman, wêje û dîroka kurdî de cih digirin. Di vê hejmarê de du heb rapirsîn cih digirin; yek ji van der barê bajarên ku hatine rûxandin de ye, ev rapirsîn ji hêla Komeleya Koçberan ve wekî projeyeke bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê hatiye kirin. Gotara rapirsînê ji hêla yek ji amadekarên rapirsînê Bîlal Yildiz ve hatiye nivîsandin.
Rapirsîna duyemîn der barê rewşa zimanê kurdî de ye. Suat Ozalp li 28 navçeyên Stenbolê bi 506 kesan anket daye dagirtin û encamên van anketan wekî gotarekê amade kiriye. Di vê nivîsê rewşa zimanê kurdî ya li nav kurdên ku li Stenbolê dijîn û helwesta wan kurdan a li hemberî kurdî li ber çavan hatiye raxistin.
Ev hejmar bi hevpeyvînekê dest pê dike, di vê hevpeyvînê de Denîz Gunduz der barê zaravayê kirmanckî û xebatên xwe yên wêjeyî de agahiyên berfireh dide. Ev hevpeyvîn ji hêla Alî Aydin Çîçek ve hatiye kirin û bi zaravayê kirmanckî ye.
Ji bilî van nivîsan, hinek lêkolînerên ku xwînerên Zendê wan dinasin, di vê hejmarê de jî bi gotarên xwe yên nû balê dikêşin. Şemoyê Memê di vê hejmarê de jî dîsa mijareke têkildarî çand û wêjeya hildaye dest; ew îcar jî bala xwîneran dikêşe ser çîrok û çarenûsa hevpar a lehengên mîna Sîawûş, Zembilfiroş û Yûsif. Samî Tan di vê hejmarê de gotarek der barê Osman Sebrî de nivîsandiye, di vê gotarê de ew balê dikêşe ser nivîsên Osman Sebrî yên di Kovara Ronahî de û zimanê van nivîsan.
Derûnînas Mesut Umar jî di vê hejmarê de bi sernavê “Îstîsmar û Îhmala Zarokan” gotarek nivîsandiye. Ew bi vê gotarê balê dikêşe ser kêşeyeke girîng a civakî. Yek ji nivîskarên kovarê zimanzan Zana Farqînî ye, wî jî di hejmarê de mijara “Ji Lêkeran Çêkirina Hin Cureyên Bêjeyan” hildaye dest. Ji bilî van nivîsan di vê hejmarê Diyako Haşimî gotarek der barê “Wergernasî”yê de, Zekî Akdag der barê devoka Semsûrê de û Memed Çağdavul der barê gotinên pêşiyan de nivîsandiye.
Sayfa Sayısı | : | 96 |
Basım Yılı | : | 2017 |
Dil | : | Kürtçe (Kurmancî) |
Dergi | : | Zend |