Zerdeşt Wiha Ferman Kir

Zerdeşt Wiha Ferman Kir

(0) Şîrove - 0 Pûan
Stok Adedi
96 Adet
Stok Kodu
HİVDA056
Rewşa Stokê
Di Stokê De Heye
Fiyat
10,49 USD + KDV
%20 Daxistin
10,49 USD
8,39 USD

Zerdeşt di sî saliya xwe de dev ji welatê xwe û gola welatê xwe berda û derket çiyê. Li wir, deh sal li ser hev, bê acizî û canzerî li giyana xwe guhdarî kir. Lê axirî di dilê xwe de bi guhertinekê hesiya. Rojekê di berbanga sibê de rabû, berê xwe da rojê û wiha bangî wê kir:

“Ey stêrka mezin, eger tiştekî te yê ku tu roniya xwe bidê tunebûya, gelo dê dilşadiya bimana! Ev deh sal in ku tu şewqa xwe didî vir, şikefta min. Eger ez, teyrê min û marê min em nebûna, tuyê ji ronahî û riya xwe bêzar bibûya.

Lê her sibê em li benda te man. Me zêdehiya ronahiya te girt û me ji ber vê te evrand.

Binêre; ez, wekî mozên bi kewaran hinguv komkirî ji zanatiya xwe bêzar bûme; hewcedarî wan destan im ku dirêjî wî bikin. Ez dixwazim hetanî ku di nava însanan de jîr bi dînîtiya xwe û xizan bi dewlemendiya xwe ve careke din jî şu bibe, xelatên xwe par ve bikin.

Ji bo vê divê ez dakevim kûrahiya stêrka comerd, çawa ku tu êvaran dadikevî pişta behrê û ronahiya dibî dinya xwarê, divê ez jî wekî te, dakevim nava însanên ku ez dixwazim herim nava wan.

Ey, têrçavê ku dilşadiya herî mezin jî bê dexesî dibîne, min bievrîne.

Piyaleya ku dixwaze bifûre bievrîne ku jê av wekî zêr biherike û çirûskên dilşadiyê li her derê bigerîne. Binêre, ev piyaleya dîsa dixwaze vala be û Zerdeşt dîsa dixwaze bibe însan.

Bi vî awayî daketina Zerdeşt dest pê kir…

Ax, di dinê de ji dînîtîya dilşewatan
mezintir dînîtî li ku heye? Û di dinê de
çi heye ku ji jana dînîtîya dilşewatan
mezintir jan daye?
Xwelî li ser wan be ku hez dikin û li
ser dilovanîya xwe bilind nabin!
Rojek şeytan ji min re wiha got:
“Dojeha Yezdan jî heye, ew evîna wî
ya ji bo însanan e.”
Rojên han jî min jê ev gotin
bihîst: “Yezdan mir, Yezdan ji ber
dilşewatîya xwe ya ji bo însanan mir.”
Yayınevi : Hîvda İletişim
Sayfa Sayısı : 136
ISBN : 9786057373113
Çevirmen : Muhammed Inal
Dil : Kürtçe (Kurmancî)
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Spas
Şiyar Yakut | 02/07/2026
Sorunsuz
Fikret Corumlu | 23/06/2026
Ew pir xweşik bûn û pir baş xuya dikirin.
Spas ji bo hewildanên we
Fehmi Duman | 16/06/2026
Gelek baş bû mala pirtûka kurdî ava
HÜSEYİN BARAN DAĞ | 13/06/2026
Pirtukakurdi verdiği özen hiçbir alışveriş sitesi vermiyor helal olsun size tebrik ediyorum.
Erdoğan Demir | 21/05/2026
Gayet başarılı ve hızlı
Zelal Şan | 26/04/2026
Çok güzel
A... A... | 29/03/2026
Çok iyiydi. Zamanında güzel paketlenmiş şekilde geldi.
Ayhan Haman | 10/03/2026
Çok iyi
HUSAMETTİN Kıran | 26/01/2026
Hızlı ve güvenilir ♥️
R... K... | 24/01/2026
Zerdeşt Wiha Ferman Kir Zerdeşt Wiha Ferman Kirl,hivda iletişim, hivda yayinları,Nietzsche HİVDA056
Zerdeşt Wiha Ferman Kir

Tavsiye Et

*
*
*
ideasoft e-ticaret paketleri ile hazırlandı.