-24 % Kum Soro

Alan Pîrê, serpêhatîya Kum Soro bi awayekî qerfane, tijî henek, vegotineke herikbar û helbestane hûna ye, bêje li hev anîne û veguhêstiye berhemeke muzîkal.

     Ji ber ku wê çaxê bazareke navendî ya aborîyê hîn ava nebûbû û serdem serdema derebegiyan bû, Kum Soro û jina xwe li hev dikin, ku Kum Soro çêleka malê daxe bazara bajêr bifroşe û bi buhayê wê xwarin û vexwarin û kelûpelên malê û pêdivîyên jiyanê bikirre bîne.

     Di nava hûrgiliyên tevna vê serpêhatîyê de em ê bibînin bê çawa Kum Soro bi hevsarê çêleka xwe digire û dibe, di rê de rastî mirovekî tê ku bizina wî pê re ye, çêleka xwe bi bizina wî diguhere, piştî ku herdu qonaxekê bi hev re derbas dikin, ji hev diqetin û Kum Soro pêrgî yekî din dibe û vê carê bizina xwe bi dîkê wî diguhere, û bi vî rengî berdewam dike, heta pevguherandina dawî êdî hew kumekî sor di destê wî de dimîne,  ew kum çawa di bîrê wer dibe û dawîya dawî destvala vedigere mala xwe… û çîrok û serpêhatîya xwe  ji jina xwe re dibêje, jina wî lê guhdarî dike û bê ku pê re bixeyide bi ser de biqîre û bike lûbelûb hema  bi tenê vê  jê re dibêje: “Mala xwedê ava be, ku tu di bîrê wer nebû, û her tiştên ku ji dest te çûn bila sidqa serê te bin.”

 Durust Îzzet

Details
PublisherNa-Yayınları
Paper48
LanguageKurdish
Basım Yılı2018
ISBN978-605-9017-78-7
CategoryTiyatro-Sinema-Senaryo

Write a review

Please login or register to review

Kum Soro

Ücretsiz Kargo

75 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
  • 12.00TL
  • 9.12TL
  • Ex Tax: 9.12TL
  • Price in reward points: 1440
Loading...