- Ji Soranî: Ziya Avci
Ev berhema hêja ku ji gelek belgenameyên nehênî yên Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê hatine berhevkirin pêk tê, der barê rewşa pirsgirêka kurd û Kurdistanê de gelek agahiyên muhîm ên di salên pêşîn yên sedsala 20an de bi awayekî zelal radixe ber çavan. Ji bo fêmkirina meseleya kurdî û rewşa îro kurd tê de ne, hewcedariya her kurd û her lêkolînerekî bi hûr û kûrî, bi xwendina van belgenameyan heye. Bi sedan belgenameyên nehênî yên Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê ku bi taybetî piştî Şerê Cîhanê yê Yekem ji aliyê sefîr û konsolosên cihê cihê yên Brîtanyayê ve ku hem ji hev re û hem jî ji wezareta xwe ya karên derve re, şandine di vê kitêbê de cih digirin. Hema bibêje der heqê hemû serok, rêber û tevgerên kurd yên wê demê de, gelek agahiyên berfireh di vê kitêbê de cih digirin
Details | |
Publisher | Avesta-Yayınları |
Paper | 400 |
Language | Kurdish |
Translator | Ziya Avcı |
Category | Kürt-Tarihi-ve-Araştırmaları-Kitapları |