x
Bu site deneyimlerinizi kişiselleştirmek amacıyla KVKK ve GDPR uyarınca çerez(cookie) kullanmaktadır. Bu konu hakkında detaylı bilgi almak için tıklayın. Sitemizi kullanarak, çerezleri kullanmamızı kabul edersiniz.Anlaşıldı
400 TL ve üzeri siparişinize hediyemizi görmek için tıklayınız
-25 % Kurdistan û Prosesa Îslamkirina Kurdan
  • Werger: Ziya Avci
  • Her civakek, çi qasî rabirdûya xwe û qonaxên guherînan nas bike, ew qasî dikare li ser erdnîgariya xwe, bi dînamîkên xweserî xwe bijî û bi hebûna xwe berdewam be. Gelê Kurd ê ku bi hezaran salan e li Kurdistanê, li ser axeke berfireh jiyaye, timî bi guherînên trawmatîk re rû bi rû maye, lê tevî têkçûnên derbaskî, hatiye di vê sedsalê re derketiye.

    Gelê Kurd bi saya serê rewşenbîr, lêkolîner, lêgerîner û wêjevanên xwe, dîroka xwe û wêjeya xwe sal bi sal zelaltir dike. Bi vî awayî, ji bo ku di warê ronîkirina dîroka Kurd û Kurdistanê de qonaxeke din jî zelaltir bibe, lêkolîna balkêş û hêja, Kurdistan û Prosesa Îslamkirina Kurdan, a ku nameya doktorayê ya Şiwan Osman Mistefa ye, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate çapkirin.              

    Mistefa ev berhem wekî name pêşkêşî Beşa Dîrokê ya Fakûlteya Zanistî ya Zankoya Silêmaniyê kiriye, desteya di binê serokatiya Prof. Dr. Keykawîs Nûrî Qeftan de, her wiha ji ber rastiya ku xebatên bi vî rengî kêm hatine kirin, ev xebat bi dereceyeke bilind nirxandiye û qebûl kiriye.

    Ev xebat, ji bilî agahiyên li ser erdnîgariya Kurdistanê ya beriya Îslamiyetê û ew dînên ku wê demê Kurdan perestine, di warê dîrokî de reng e bê gotin ku bi tenê li ser dewra xîlafeta Xelîfe Omer e. Ji ber ku ka Îslamiyet kingê hatiye Kurdistanê û Kurd çawa bûne Misilman, di çarçoveya dîrokî de, pirseke girîng e, xwendevan dê di vê berhemê de bi gelek zanyariyên bi hûrgilî bibîne ku Kurd di serdema vê xîlafetê de hatine dagirkirin. Kurd di warê civakî, dînî û aborî de tûşî guherîneke wisa bûne, ku heta wê demê di dîroka xwe de tûş lê nebûne. Kurdistan û Prosesa Îslamkirina Kurdan a Şiwan Osman Mistefa, bi zanyariyên têrtijî yên der barê vê qonaxa girîng a dîroka Kurdistanê de xwendevanan ronî dike.

Details
PublisherLîs-Yayınları
Paper280
LanguageKurdish
TranslatorZiya Avcı
CategoryKürt-Tarihi-ve-Araştırmaları-Kitapları

Write a review

Please login or register to review

Kurdistan û Prosesa Îslamkirina Kurdan

Ücretsiz Kargo

250 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.

40 TL İndirim

600 TL siparişinize 40 TL indirim. Sepetim sayfasında kullanabilirsiniz. Kupon: İNDİRİM40

  • 114.00TL
  • 85.50TL
  • Ex Tax: 85.50TL
  • Price in reward points: 3600

Tags: Kurdistan û Prosesa Îslamkirina Kurdan, lis yayınları, Şiwan Osman Mistefa,