Click Image for Gallery
- Ji Îtalî: Fuat Serdaroğlu
- Kitêba kurdologa îtalyan Mirella Galletti û Fuad Rahman a bi navê ‘’Kultura Xwarinê a Kurdan’’ ku 2008an bi îtalyanî derketibû, vêga bi zimanê tirkî ji nav weşanên Avesta derket. Avesta bi vê kitêbê dest bi rêzeke nû dike: SERÇAVAN / MIDBEX. Di vê rêzê de ê kitêbên xwarinê bi taybetî xwarinên kurdî, bi zimanê kurdî û tirkî derkevin.
Mirella Galletti li Unîversîteya Napoli doçenta dîroka welatên misilman e. Fuad Rahman jî kurdekî Kurdistana Başûr / Kerkukê ye û ev demeke dirêj e li Torino bi navê Kerkuk Cafe restoranek vekiriye û bi çêkirina xwarinên kurdî, ereb, îran û tirk re mijûl e.
Kitêb ji sê beşan pêk tê. Di beşa yekê de Mirella Galletti bi awayekî giştî li ser adedên kurdan ên xwarinê, kultura midbexê, giya, şînahî û xwarinên loqal ên Kurdistanê disekine. Beşa diduyan bi nêrînek dîrokî ji dîmenên xwarinê ên edebî pêk tê. Ji Mem û Zîn ta bi Ereb Şemo û seyyahên ewrûpî ên kevn beşên li ser xwarinê nîşan dide. Beşa sisêyan ku ji aliyên Fuad Rahman ve hatiye amadekirin, ji tarîfa xwarinan pêk tê.
Details | |
Publisher | Avesta-Yayınları |
Paper | 144 |
Language | Turkish |
Translator | Fuat Serdaroğlu |
Category | Yemek-Mutfak-Beslenme |