-23 % Li Goristaneke Amedê

Helbestkar û nivîskarê nemir Ap Osman Sebrî yê ku di 57 hejmarên Hawarê de ji nîvîyê bêhtir nivîsên wî hatine weşandin, di heştê û heşt salên temenê xwe yê dirêj de, hema hema di her warê nivîsînê de berhem dane. 

Ev berhema bi navê “Li Goristaneke Amedê” ji çîrokên nivîskêr ên ku ji Hawar û Ronahîyê hatine wergirtin pêk hatiye, li gor mêjûya nivîsandina wan hatine rêzkirin û hatine berhevkirin di di pirtûkekê de.

Berhema ku ji deh çîrokan pêk tê bi çîroka bi navê “Li Pêşberê Yarê” dest pê dike ku bi şêwevegotina nameyê û bi awayê xîtabî hatiye nivîsandin. Xîtab ji devê lehengê çîrokê, an ku ji devê çîroknivîs bi xwe, bi awayê helbestî hatiye kirin. 

Di çîroka “Li Goristaneke Amedê” de; lehengê ku ji ber bêhntengîya xwe dihere kevîya Behra Sor, li wê derê ji ser hişê xwe ve dihere û dikeve deryaya xeyalan, derûnîya hemû rewşenbîr û pêşewayên Kurd ku ji welatê xwe dûr ketine, vedibêje.  

Çîroka “Şeytanqûnî” ku ji sê beşan pêk tê, li ser hîmê xurefeyên di nav çanda Kurdî de ava bûye. Heger ev çîrok di dema nivîsîna xwe de li zimanên din bihata wergerandin, dê bi teqezî cih di nav çîrokên klasîk ên wêjeya cîhanê de bigirt


Details
PublisherLis-Yayinlari
Paper115
LanguageKurdish
Basım Yılı2016
CategoryKürtçe-Roman-ve-Hikaye

Write a review

Please login or register to review

Li Goristaneke Amedê

Ücretsiz Kargo

75 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
  • 17.00TL
  • 13.09TL
  • Ex Tax: 13.09TL
  • Price in reward points: 2040

Tags: Li Goristaneke Amedê, Lis Yayınları, osman sebri, weşanen lis, pirtukxaneya ehmedê xani,

Loading...