Click Image for Gallery
Çile ye
lê ne ji sermayê vê dibêjim.
Kelekela xwîna min e di nava dilê min de
bêrî dikele û hezê di hundirê xwe de dihelîne.
Çiqas nexweş e bihîstina vê xeberê tu zanî?
Hîç bazikên te şikestine?
An te weke masiyekî ku di nav çiravê de diperpite hîs kiriye tu carî?
Bazikên nêrînên min şikestin
li ku dinêrim dûr e
li ku dinêrim bêîman e
li ku dinêrim bêbaran çîk sayî
bi janê meyane.
Details | |
Publisher | Belki-Yayınları |
Paper | 69 |
Language | Kurdish |
Basım Yılı | 2017 |
Category | Kürtçe-Şiir-Kitapları |