-30 % Adat û Rusûtnameya Ekradiye
  • Amadekar: Ziya Avci

  • Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye yek ji bi dehan berhem û xebatên hêja yên Mela Mehmûdê Bazîdî ye. Bazîdî ev berhema han di sala 1857/58’an de bi handan û rênîşandêrîya A. Jaba nivîsandiye. Hemû alîyên urf û adetên Kurdan, bi awayekî kurt, lê tijî û dagirtî raxistine ber çavan. Ji ber vê yekê, ev berhemeke sûdbexş e û ji bo civaknasîya Kurdî çavkanîyeke hêja û biqîmet e. Di vî warî de jî tekane ye.

    Mela Mehmûdê Bazîdî, nivîskar û zanayekî Kurd ê gelekî piralî û têrberhem e. Ew hem dîplomat, wergêr, çîroknivîs, ferhengnivîs, zimannas û di pêşîya hemûyan de jî civaknas e.

    Di vê berhema nirxdar de, tîpguhêzîya bi alfabeya Latînî, tîpguhêzîya bi tîpên Krîlî û nivîsa resen a bi tîpên Erebî di pirtûkê de cih digirin, ku ev yek bi tena serê xwe dikare bibe çavkanîyeke hêja ji bo xwîner û lêkolîneran ku xebatên xwe yên akademîk di der barê vê berhema Kurdewar a dîrokî de bidin meşandin û alîyên wê yên cihêreng vekolin.

    Ev kitêba di nav destên we de, yekem lêkolîna lêkolîna civaknasî, etnolojî û etnografî ya li ser Kurdan e ku bi zimanê Kurdî hatiye nivîsandin.  

Details
PublisherLîs-Yayınları
Paper192
LanguageKurdish
CategoryEdebiyat-Folklor-Zargotin

Write a review

Please login or register to review

Adat û Rusûtnameya Ekradiye

Ücretsiz Kargo

75 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.

Kampanya (1-31 Temmuz)

3. kürtçe çocuk fuarı

  • 30.00TL
  • 21.00TL
  • Ex Tax: 21.00TL
  • Price in reward points: 3360

Tags: Adat û Rusûtnameya Ekradiye, Lîs Yayınları, mela mahmudê bazîdî,

Loading...