Click Image for Gallery
Kultura kurdî kultureke
devkî ye. Qedexekirina zimanê kurdî nehiştiye ku berhemên kultura me di wextê
xwe de bêne nivîsandin û qeydkirin. Civaka kurd, civakeke derengmayî ye, tiştê
ku milletên din 200-300 sal berê kirine, em vêga dikin û ew jî ne bi temamî,
beşek ji wan. Di vê dema ku jiyan hem li derve û hem li welêt zêde guheriye
parastin, qeydkirin û raxistina berhemên di bîreweriya xelkê de mane ji berê
girîngtir e. Nîhat Öner, bi salan e bi vî karî radibe, li Serhedê warê klam û
dastan û çîrokên qedîm, yek bi yek wan berhev dike. Û di encama xebata wî de ev
kitêba di destê we de, wekî yekem behrem derdikeve: Gurzek Çîrok ji Herêma
Serhedê.
Details | |
Publisher | Avesta-Yayınları |
Paper | 264 |
Language | Kurdish |
Basım Yılı | 2016 |
ISBN | 978-605-9082 |
Category | Kürtçe Roman ve Hikayeler |