-23 % Morof
  • Morof, berhema Eliyê Evdilrehman a pêşîn, cara pêşîn, di sala 1957’an de, di nava berhevoka Nivîskarên Kurdên Sovyetê de hatiye weşandin û piştî çil û pênc salan, ev cara duduyan e ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin û novela bi navê Morof û du parçe jînenîgarînameyên bi navê Bextê Wî Zilamî û Bextewariya ‘Emir bi xwe ve digire. 

    Morof ve, beşek ji serpêhatî û qewimînên li bakurê welêt ên di sedsala 20. de, bi Kurdiyeke bi giyanê Kurdî yê jibîrbûyî ve girêdayî, bi riya serpêhatiya Morof û koçên Kurdan ên ber bi Ûris ve ji ber destê zordestiya dereke û navxweyî, bi gilîkirina çîroka wê koça Kurdan a mezin a di sedsala çûyî de berdewam e.  

    Em bi Morofa Eliyê Evdilrehman ve piçekî din ranêzîkî kelepora Kurdî ya nivîskî dibin û em ê ji vir sergihayî bikin vê kelepora xwe, ya ku wê çu carî kuta nebe; kutabûn li aliyekî, bi wê hêz û şiyana ku ew bide me nivîskar û xwendevanan û her takekesekî neteweya Kurd, em ê bi şêweyekî xurttir naskirina reh û kokên xwe ve bi serbilindî biafirînin berhemên xwe yên gerdûnî yên bi Kurdî.

    Morofa novela romannûs, çîroknûs, helbestkar û wergêr Eliyê Evdilrehman, ji nava qulçên kelepora me yên tarî de bi pêş de tê. 

    .

Details
PublisherLîs-Yayınları
Paper102
LanguageKurdish
CategoryHikaye-Kitapları

Write a review

Please login or register to review

Morof

Ücretsiz Kargo

60 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
  • 16.00TL
  • 12.32TL
  • Ex Tax: 12.32TL
  • Price in reward points: 1800

Tags: morof, lis yayınları, eliyê evdilrehman,

Loading...