Click Image for Gallery
Pirtûka Nçêîrvano ji heşt (8) çîrok û serpêhatîyên kilamên dengbêjan pêk tê. Nivîskar çîrok û serpêhatîya kilamên navdar ên ku dengbêj bi salan e dibêjin û di nava civakê de cihê xwe girtine û bûne malê gel nivîsandine û tevî forma wan ya dengbêj dibêjin jî di nav hev de hûnandine. Bi vî rengî mirov hem çîrok û serpêhatîya kilamê hîn dibe hem jî kilamê bi xwe dixwîne.
Nivîskar çîrok û serpêhatiya kilamên wekî Evdalê Zeynikê û Surmelî Mehmet Paşa, Evîna Gulê û Çerçî, Hesen û Asê, Nêçîrvano, Evdalê Zeynikê û Şêx Silê, Qazê û Quling, Xecê û Edûlê û Şerê Terxan bi awayekî serkevtî hûnandine û pêşkêşî xwendevên xwe kirine. Pirtûk di tama folklorê de ye û xwendevan dibe dîwana dengbêjan.
Details | |
Publisher | Sitav Yayınları |
Paper | 128 |
Language | Kurdish |
Basım Yılı | 2021 |
ISBN | 9786257734288 |
Ebat | 13,5x21 |
Category 2 | Kürtçe Roman ve Novel |