x
Bu site deneyimlerinizi kişiselleştirmek amacıyla KVKK ve GDPR uyarınca çerez(cookie) kullanmaktadır. Bu konu hakkında detaylı bilgi almak için tıklayın. Sitemizi kullanarak, çerezleri kullanmamızı kabul edersiniz.Anlaşıldı
400 TL ve üzeri siparişinize hediyemizi görmek için tıklayınız
-25 % Pêşmerge

Pêşmerge, çîrokeke dirêj e, diçe dikeve nav wî baxê gulên bêhnxweş ên ku di baxçeyê wêjeya Kurdî de vedane, an jî destaneke teze ye bi kincê nû yê hunerê ve, awayekî nû yê romannivîsîya bi çend qehremanên ku mêrxasî û dilêrîya gelê Kurd didin dîyarkirin.

Romana “Pêşmerge”yê ya Rehîmê Qazî bi qelemeke rewan û awayekî şîrîn hatiye nivîsandin ku nivîskar tê de rewşa jîyana Kurdên Rojhilatê Kurdistanê daye xuyakirin, rewşa derebeg û gundîyan, zor û zordarîya mîr û piştevanîya Şoreşa Mehabadê ya ji alîyê hemû eşîr û çînên Rojhilatê Kurdistanê ve radixe ber çavan û wekî eynikê wê bi xeleka dîroka Kurdistanê ve girêdide. 

Romana “Pêşmerge”yê cara yekem di sala 1959’an de li bajarê Êrîvanê, di sala 1961’ê de li Bexdadê bi Kurdî û di sala 1963’yan de li Bakûyê bi Azerî hatiye weşandin. Li Başûrê Kurditsanê ji alîyê xwendevanên Kurd ve, bi taybetî ji alîyê wêjenas, pisporên wêjeyê, hunermend û nivîskarên Kurd ve pêşwazîyeke baş lê hatiye kirin û di gelek rojname û kovarên Kurdî de nivîs li ser hatine weşandin, pesin û rexne li ser hatine kirin. 

Nivîskarê “Pêşmerge”yê, bi cil û bergekî spehî, wekî nivîskarê îtaetkarê rasteqînîya Sosyalîzmê, wêneyekî radixe ber çavan; wêneyê jîyana cotkarên Kurdistanê, pêwendîyên di navbera gundî û derebegên xayîn de, dijminayetîya derebegên noker bi Kurd û Kurdayetîyê re û hewlên wan ji bo fetisandina komara sava û nazik

.


Details
PublisherLis-Yayinlari
Paper118
LanguageKurdish
Basım Yılı2016
CategoryKürtçe-Roman-ve-Hikaye

Write a review

Please login or register to review

Pêşmerge

Ücretsiz Kargo

250 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.

40 TL İndirim

600 TL siparişinize 40 TL indirim. Sepetim sayfasında kullanabilirsiniz. Kupon: İNDİRİM40

  • 50.00TL
  • 37.50TL
  • Ex Tax: 37.50TL
  • Price in reward points: 2280

Tags: Pêşmerge, Rehime qazi, Lis Yayınları, weşanen lis, pirtukxaneya ehmedê xani,