-30 % Peyarêk
  • Pirtûka çîrokan "Peyarêk" a Çiya Mazî ye ku ev berhema wî ya 6'an e û ya çîrokan ya 4'an e. Pirtûk ji 7 heb çîrokan pêk tê; her çîrokek ji jiyana mirovekî kurd pêk tê ku tenê jiyane. Yên ku li bajaran mezin bûne, yên ku koçî bajaran bûne an jî ji ber zor û zexta civakê terkîwelat bûne an jî terkîcivak bûne, bûne mijara vê pirtûkê ne. Herwiha mirovên ku li nava civaka kurdan û koç nebûne lê tenêtî di nava civakê de êş kişandine û jiyane an jî bî û nezevicî mane jî  bûne serlehengê çîrokên Çiya mazî. "Peyarêk" ji 96 rûpelan pêk tê û ji weşanxaneya "Berbang"ê di meha îlona 2013'an de li Stenbolê çap û belav bûye. 

    Ji nava Peyarêk'ê Paragrafek :Me texmîn dikir ku tiştekî wî yê ku veşêre yê bi nirx tuneye ji bilî cuherê wî. Milkê wî wekî din çibû? Wekî din… haa..., milkê wî kûçikê wî bû esil û cuher jî, ku mala axê wekî zîmetî wî kiribû ew jî nîvmilk bû. Kûçikê wî ji serê biharan heta dawiya payîzan pê re dima, diçû ku li dû wî bû ew milkê wî, dinyaya wî, xizmê wî, yê herî nêzîkî wî, kûçikê wî. Navê wî kûçikî Malê Mino bû ji xwe. Em piştî demeke dirêj bi wateya wî hesiyan. Ku bangî wî dikir digot Malê Minooo! Malê Minooo! Malê Minooo! Carinan jî digot Malo, Malo Malo Malo' Heta ku Malo dihat xwe li ber wî dimelisand, dom dikir ev bang. Dema ku me holîka aşê heriyê temam kiribû û çenikek nisla ava ji birkê dihat ber bi aşê xwe rast kiribû û me nanê xwe ji naylon derxistibû ku bixwin û pêxwarin tunebû, me biryara çûyîna birkê dabû...

Details
PublisherBerbang-Yayınları
Paper96
LanguageKurdish
CategoryKürtçe-Roman-ve-Hikaye

Write a review

Please login or register to review

Peyarêk

Ücretsiz Kargo

75 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
  • Views: 128

  • 11Quantity Sold
  • Yayınevi:
  • Urun Durumu:Sıfır
  • Kategori
  • Product Code: BG0017
  • Reward Points: 20
  • Availability: In Stock
  • 10.00TL
  • 7.00TL
  • Ex Tax: 7.00TL
  • Price in reward points: 1200

Tags: peyarêk, berbang yayınları, çiya mazi, Çiya Mazinin kitapları,

Loading...